Kovarek nû: Tabularasa
Kovarek bi navê Tabularasa dest weşana xwe kir. Ev daxuyaniya revêberên kovarê ye.
Brêz û Stiyên Ezîz û Delal,
Bi vê mailê, em we agahdar dikin ku tabularasa dest bi weşanê kir. tabularasa kovareke wergerê ye û dê ji edebiyata cîhan tekstên edebî her ji du mehan carek wergerîne zimanê kurdî. Di vê hejmarê de hûn dikarin;
Adolf ji D. H. Lawrence
Yê Ku Li Bend û Lelên Xwe Mêze Dikir ji Fuad Kehil
Ciwanî û Kalî ji Îvan Bûnîn
Hollê Xanim ji Jacob Grimm – Wilhelm Grimm
Dilê Simone de Beauvoirê ji Lisa Appignanesi
Kevirê Tavê ji Octavio Paz
Mekîna Deng ji Roald Dahl
Rêwîtiya Serê Dawiya Jiyanê ji Tezer Özlü
bixwînin.
tabularasa berhemeke Flîtto Weşanê ye.
Bo abonetiyê: +90 (555) 389 72 26 – [email protected]
Kovar dê bi piştgiriya we xurt bibe û biherike pşerojê.
A.Rahman Çelik
Flîtto Weşan
İstiklal Cd. Nane Sk. No: 5/8 Beyoğlu/İstanbul
Tel: +90 (555) 389 72 26
Mail: [email protected]
Web: http://flitto.net/


