Nivîsar

Em bi kurdî biqîrin

DI ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ DE EM BI KURDî BIQÎRIN!

21ê sibatê ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” ye. Bingehê vê rojê ji sala 1952an ku li Pakîstanê zimanê urdu weke zimanê resmî yê gelê Bengaldaşê hate îlan kir; ango ji “Tevgera Zimanê Bengal” tê. Birêvebiriya giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanistî û Kulturê ya Yekîtiya Neteweyan UNESCOyê di sala 1999an de, 21ê sibatê weke ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” pejirand. Roja Zimanê Dayikê  cara pêşî di sala 2000an de ji aliyê UNESCOyê ve hate pîroz kirin û ji wê salî û vir de, hersal ji aliyê UNESCOyê ve tê pîroz kirin.

Armanca vê rojê ew e ku, bi awakû giştî bala dê û bavan û civakê û bi taybetî jî bala rewşenbîr û siyasetmedaran bikşîne ser girîngiya zimanê dayikê. Ji ber ku di roja me ya îro de, li gor îstatîstîkê UNESCOyê li dinyayê 2500 ziman di bin tehlûke û metirsiya wendabûnê de ye. Yek ji wan zimanên ku di nav sînorên xetera ji holê rabûnê de ne, mixabin zaraveyekî kurdî zazakî jî heye.

Zimanê dayikê, hê di dema zarok di zikê diya xwe de ye dest pê dike. Mirov pêşî bi diya xwe û  malbatê xwe re bi vî zimanî pêwenidiyan datîne; dûrê ji derdora civaka xwe ya nêzîk gelek tiştan hîn dibe. Kes bi zimanê dayikê pêwendiyên xwe yên herî xurt bi civakê re datîne., her tiştî pêşî bi vî zimanî hîn dibe, fêm dike û dinirxîne. Loma jî zimanê dayikê di pêkanîna kesayetî û şexsiyeta kesan de roleke gelek mezin dilîze. Kesek dikare zimanekî biyanî hîn bibe; pê bipeyive, bixwîne û binivîsîne; lê tu carî ew ziman nikare şûna zimanê dayikê bigre.

Weke tê zanîn neteweyê Kurd neteweyekî bindest e. Welatê wî hatiye dagirkirin û perçekirin; ji derveyî beşekî Başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Ev ji bo dinya ”medenî” şermezarî û rûreşiyeke mezin e. Zilm û zordariya li ser neteweyê Kurd bi awakî dijwartir li ser ziman û kultura kurdî jî tê domandin. Dewletên kolonyalîst baş dizanin ku heta ew ziman û kultura kurdî ji holê ranekin, wê nikaribin miletê Kurd ji holê rakin!

Turkiye di siyaseta kolonyalîst û asîmlasyonê ya dewletên Kurdistan dabeşkirine de, serkêşiyê dikşîne. Heta berî niha bi çend salan zimanê kurdî bi qanûnên taybetî hatibû qedexe kirin û hebûna neteweyê Kurd dihate înkar kirin. Di van salên dawiyê de, teva ku benda qanûnê ya qedexeyê hat rakirin û hinek gavên erênî hatin avêtin jî, di warê qebûlkirina zimanê kurdî weke zimanekî resmî û perwerdeya li dibistanan de tu guherandinên ber bi çav nehatin avêtin. Bendên qanûnan yên ku pêşiyê li ber vê yekê digirin her di cihê xwe de ne. Di vê dema ku guherandina qanûna esasî ketiye rojevê, giringiya vê pirsê hê bêtir derdikeve holê.

Weha xuyaye ku  hukûmeta îro jî niyet û armancek wê tuneye ku di warê mafên neteweyî, demokratîk û perwerdeya bi zimanê kurdî de, dev ji siyaseta xwe ya bingehîn ku li ser esasê koledarî, nîjadperestî û asîmlasyonê hatiye avakirin berdin. Serokwezîrê Hukûmetê Recep Talip Erdogan li Almanya bi dengê bilind îlan dike ku asîmlasyon gunehkarî û sûcekî însanî ye; lê di heman demê de ew bi xwe li ser zimanê kurdî siyasetek asîmlasyonî didomane. Axaftiana cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê Bulent Arinçî jî, niyeta hukûmeta îro ya rastî careka din derdixîne holê. Ew Bulent Arinçê ku di nav karbidestên hukûmeta de kesekî herî xwedî ”vîcdan û rastgo” tê diyar kirin, di pirsa zimanê kurdî de bi gotina xelkê çiqasî dikare bêdad û bêvîjdan be! Li gor wî zimanê kurdî ne ”zimanekî medeniyetê” ye û loma jî nikare bibe zimanê perwerdeyê!

Niyeta cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, ev helwesteke nîjadperstî ye û berdewamkirina siyaseta kolonyalîst û asîmlasyonê ya dewleta Turkiyeyê ye. Em naxwazin weke cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê bê însaf, bê vîjdan û bê bebext bin, lê em dixwazin rastiyekê jî dubare bikin ku gava pêşiyê kurdan li ser axa welatê xwe bi awakî medenî dijiyan, şaîr û nivîskarên kurdan bi zimanê xwe berhemên edebî, kulturî û civakî diafirandin (ku yek ji wan şahesera nivîskar û fîlozofê mezin Ahmedê Xanî, Mem û Zîn e û di nav demeke kin de ji aliyê wezareta kulturî ya Tirkiyeyê bi xwe ev du car in tê çapkirin), pêşîyên cenabê Bulent Arinçî li ser hespan, şûr di destan de welatên xelkê îşxal  û wêran dikirin, kitêbên wan dişewitandin û hîmê medenîyetên hatibûn ava kirin dihedimandin!
Tirkiyeyê heta niha gelek peymanên navdewletî yên di warê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên zarokan de îmze kirine. Lê gelekî balkêş e ku ji ber siyaseta xwe ya kolonyalîst û asîmîlasyonê, hinek xal û bendên di vî warî de îmze nekirine, ji ber ku, li gorî dewletê, qebûlkirina van xalan dikare rê li ber perwerdeya bi zimanê kurdî veke. Ev jî xewa wan direvîne!

Xwedegiravî Turkiye dewleta yekem e ku 23ê nîsanê weke ”roja cejna zarokan” daye zarokên xwe, lê li zarokên kurdan qedexe kiriye ku di dibistanan de bi zimanê xwe bixwînîn û binivîsin! Ma siyasetek weha durû li kû dere hatiye dîtin!

Tirkiye berendama Yekîtiya Ewropayê ye û ji bo endametiyê muzakere berdewam in. Dewleteka ku berê xwe daye Ewropayê û dixwaze bibe parçeyek ji Ewropayê, çi mixabin ku hîn jî perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo ”yekîtiya dewleta” xwe tehlûke dibîne.

Gelo em weke kurd, di roja zimanê dayikê dikarin çi bikin?

Berî her tiştî, divê em pêşî ji ber deriyê xwe dest pê bikin. Di serî de, divê ew dê û bavên kurd ku bi zarokên xwe bi kurdî napeyivin, wezîfeyên xwe pêk bînin. Bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyin. Zarokên xwe bi zimanê dayikê, kultura kurdî û ruhekî welatparêzî mezin bikin. Divê zimanê malê yê her maleke kurd bi kurdî be.

Di warê zimanê dayikê de, wezîfeyeke gelek mezin dikeve ser rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan jî.
Di vî warî de, divê rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan neynika civata xwe bin. Ew kesên ku siyasetê dikin û ji bo mafên neteweyî û demokratîk xebatê dikin, divê bi kêmanî zimanê kurdî bizanibin, eger ji ber mercên cihê nizanibin jî, hîn bibin da ku bikaribên bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin, bifikirin û gotûbêjan bikin. 

Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên me ji bo mafên neteweyî û demokratîk xebatê dikin, dikiven heps û zîndanan, di bin zilm û zordariyên dijwar de îşkenceyan dibînin; lê mixabin di jiyana xwe ya rojane de, di nav malbata xwe de û di siyaseta rojane de, zimanê xwe bi kar naînin. Ev nakokî û xemsariyek mezin e. Em bi vê helwesta xwe nan li ser rûnê dewletê û siyaseta wê ya nîjadperest û asmîmlasyonê dikin.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên me bi zimanê tirkî weke ”bulbul” dipeyivin, lê di cejna neteweyî Newrozan de dahî bê ku li kaxeta di destên xwe de binerin, nikarin bi kurdî xêrhatinekê li xelkê xwe bikin û cejna wan pîroz bikin. Ev kêmanî û xemsarî bi xwe jî kês û firsetê dide, kesên mîna Bulent Arinçî ku ”sîran di serê wan de biçîne” û weke serhevdî bi kar bîne. Divê ew kesên weha dev ji vê sersarîyê berdin û rojek berî rojekê hînî zimanê kurdî bibin û di vî warî de wezîfe û pêdiviyên xwe yên netewî û mirovî pek bînin.
Heta em bi xwe hînî zimanê xwe nebin, bi zimanê xwe nepeyivin, nenivîsin, nefikirin û bi kurdî nejîn em dê nikaribin bi awayekî rasteqîn û pêwîst baweriyê bidin derdora xwe û dijminan. Divê em dest ji siyaset û kurdayetiya bê kurdî berdin, da ku ”fikrê me û zikrê me hevdu bigrin”.
Divê em ji raya giştî re bi awakî zelal bidin diyar kirin ku Yekitiya Miletan, Yekitiya Ewropa û UNESCOyê heta niha di warê zilm û zordariya li ser miletê Kurd, ziman û kultura wî de, wezîfeyên xwe pêk neanîne û li hemberî siyaseta dewletên kolonyalîst û nîjadperest bêdeng mane. Divê em li hemberî vê bêdengiya wan bêdeng nemînîn û bi berdewamî ji wan daxwaz bikin ku ew di vî warî de wezîfeyên xwe pê bînin.

Di dema me ya îro de, eger zimanek di dibistanan de, di dezgehên resmî de, di nav civatê û bazarê de û bi taybetî ji aliyê zarokan ve neyê bi kar anîn, ew dê nikaribe xwe dûr û dirêj li hemberî xeter û tatolekîya jiholêrabûnê xelas bike. Ji ber vê yekê divê em kurd li ser daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ku yek ji daxwazên miletê kurd yê esasî ye, bi îstîqrar bin û pêyan bidin erdê ku em bikaribin dewletên dagirkeran neçar bihêlin ku ew jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl bikin.
Ji bo bidestxstina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, hem li nav welêt û hem jî li derveyî welêt pêwîstî bi piştgirî û xebateke piralî û xurt heye. Divê hemû rêxistinên neteweyî, demokratîk û kulturî û herweha hemû rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan bi xebat, hewildan û çalakiyên cihêreng vê xebatê dewlementir û geştir bikin

Zarok pêşeroja me ye, zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!

Stockholm, 2012-02-21

Zinar Soran

 

 

 

 

 

Back to top button