Polîtîk

Kosret Resul careke din nabe cîgirê Mesûd Barzanî

Mehemdî mela Qadir endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Rojname eşkere kir ku Kosret Resul careke din nabe cîgirê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê.

Digel hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê ku, di 25.7.2009ê de hatibûn kirin, serokê herêma Kurdistanê jî ji aliyê xelk ve hat hilbijartin û Mesûd Barzanî ji %70 deng wergirtin û bû serokê herêma Kurdistanê. Lê ji hîngê were postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê vala maye.

Li dor vê yekê Mehemdî mela Qadir endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje: ”Li gor zaniyariyên min kak Kosret Resul careke din nabe cîgirê serokê herêma Kurdistanê, Partî daxaz kiriye ku Yekêtî Niştimanî Kurdistan kesek din ji bo wî postî kandîdat bike.”

Weke tê zanîn li gor peymana stratejiya navbera PDK û YNK de, divê posta cîgirê serokê herêma Kurdistanê ji YNK re be

Back to top button