Serok Barzanî serdana Amerîkayê nirxand
Bi amadebûna Encumena Serokayetiya Herêm, Dr Kemal Kerkûkî Serokê Parlemena Kurdistanê û Dr Berhem Ehmed Saleh Serokê Encumena Wezîran û Cîgirên Serokê Parlemen û Encumena Wezîran, îro sêşemme 09/02/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke hevbeşê firaksiyonên beşdarbuyiyên Parlemena Kurdistanê û Encumena Wezîran kir.
Li civînê de Serok Barzanî naveroka serdana fermî yê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ji bo amadebûyan ronahî kir û balkişand li ser civîna birêz ya li gel Serok Obama Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ku bi amadebûna birêz Joseph Biden Cîgirê Serok birêve çû. Her wiha balkişand li ser hevdîtin û civînên ku li gel xanim Bîlosî Serokê Kongresa Emerîka û her yek ji Wezîrên Derve, Bergirî, Bazirganî û hejmarek ji senator û fermandeyê serbaziyên malnişînkiriyên Emerîka û Kurdistaniyên nîştecihê Emerîka û xuşk û birayên mesîhiyan û ew semînara ku li peymangeha Brookings ya ku lêkolîna stratejîk pêşkêş kiribû.
Sebaret bi civîna li gel Serok Obama da, Serok Barzanî balkişand li ser axaftina Serok Obama ku li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdare û hez nake bi tu awayek ew karesata ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye dûbare bibe.
Her wiha dûpata wê yekê kir ku Serok Obama li vê civînê de tekîd li piştevanî û girêdayîbûna Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ya Herêma Kurdistaneke asayîş û geş de kir li çarçêweya Iraqeke Federal û demokrat da û rêza xwe jî ji bo beşdarî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşxistina Iraqê de derbirî.
Sebaret bi mijarên civînê jî Serok Barzanî balkişand li ser çend mijareke ku ji wan meseleya Artêş, Maddeya 140, Yasaya neft û gaz û Pêşmerge û tekîd jî li wê yekê kir ku helwesta Emerîka piştgîrî kirin bû li cih bi cih kirina maddeya 140 û çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûra Iraqê û Serok Obama jî xweşhaliya xwe sebaret bi helwesta dawî ya Herêma Kurdistanê ya di der barê yasaya neft û gaz derbirî û tekîd jî li wê yekê kir ku Emerîka bi girîngî temaşa rewşa Herêmê dike û vekişana hêzên Emerîka jî bi tu awayekê kar nake ser helwesta siyasiya wî welatî beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî eve jî ragihand ku Serok Obama gelek bi başî pêwendiyên di navbera Herêm û Tirkiye helsengand û helwesta me jî ew bû ku em hez dikîn baştirîn pêwendiya me li gel welatên dewruber li ser bingeheke rêz girtin li hevdû û pêwendiyeke hevseng hebê.
Her li vê civînê de Serok Barzanî cext li ser girîngiya pêwendiya Herêm û Emerîka û her wiha hevsengiya Herêm û Hikûmeta Federal û Emerîka li rû bi rûbûna terorê kir û di der barê çespandina aramiya li Iraqê jî ragihand ku çespandina vê aramiyê li wê demê tê holê ku Iraqî bi sercem madde û birgehên destûra welat ve girêdayî bin û cih bi cih bikin.
Di der barê meseleya hilbijartina nû ya Encumena Nûnerên Iraqê jî Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku Emerîka gelek bi girîngî temaşa hilbijartinan dike. Ji bo wê yekê pêwîste em wekî gelê Kurdistanê bi qursayiyê ve beşdarî li vê hilbijartinê bikîn. Ez spasî hemû hêz û aliyê siyasiyan dikim ji bo yek helwestiya li beramber yasaya hilbijartinê û hêvîdarim ku ev yek helwestî û yek rêzî berdewam bibe, raste cudahî heye li hundir, lê belê li derveyê Herêmê bi taybetî li meseleya stratejiyan da divê em hemû bi yek helwêst bin.
Divê em xwe ji bo qonaxên paşarojê rêk bixîn, bi taybetî li yekgirtina hêzê Pêşmerge, dezgehên ewlehiyê, polîs û dozîna aliyek ji bo cih bi cih kirina maddeya 140 ku eve jî erkê Encumena Wezîran û Parlemena Kurdistanê ye.
Çarenivîsa me hemûyan bi pêkve girêdayiye, gelek xweşe eger opozîsyon û desthilat temamkerê hevdû bin, her me çi hebê divê li çarçêweya Parlemenê da bixîn rû bo ku çareseriyeke guncaw ji bo wan tiştan bidozîn eve derfeteke ji bo me ku hatiye pêş û nabê ji dest bidîn, ji ber ku bi yek helwestî dikarîn destkeftên xwe biparêzîn û destkeftên din jî bi dest bixîn.
Her wiha li dawiya civînê de, hejmarek ji Serok Firaksiyonên li nav Parlemena Kurdistanê û her wiha Wezîrên birêz nêrîn û dîtinên xwe sebaret bi çend meseleyekê pêwist bi Herêm ve xistin rû ku cihê girîngîdana Serok Barzanî bûn.