"Şêx Seîd tu car ji mirinê netirsiye"
Diyarbekir – Ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê ve bi mebesta salvegera serîhildana Şêx Seîdê kal, semînerek hat lidarxistin. Semînera li ser xebat, tekoşîn û jiyana Şêx Seîd, ji aliyê neviyê wî Diyadîn Firat ve hat pêşkêşkirin. Firat, diyar kir ku Şêx Seîd, ji şêxên herêmê yên ji rêzê gelek cûda bûn.
Diyadîn Firat di destpêka axaftina xwe de li ser kurtejiyana Şêx Seîd rawestiya û destnîşan kir ku Şêx Seîd, di sala1860î de li navçeya Palo hatiye dinê û hê di sêsaliya xwe de bavê wî ber bi herêma Serhedê ve koç dike û weha domand; “Şêx Seîd wexta ku sê salî bûye, bavê wî Şêx Mehmût Efendî, ji bo armanca azadiya welat, birêxistinkirina civakê, pêwendîdanîn ligel herêmên din û wd. ji aliyê Terîqeta Nekşîbendî ve ber bi herêma Serhedê ve tê şandin. Şêx Mehmût Efendî bi tevî malbata xwe ve ewil bi qasî salek li Çewlikê bicîh dibe û piştre derbasê navçeya Xinûsê dibe û li gundê Qolhesarê bicîh dibe.
“Şêx Seîd, hê di xortaniya xwe de bi pirs û pirsgirêkên welat re eleqedar dibe”
Şêx Seîd zaroktiya xwe û ciwantiya xwe li wir derbas dike. Wek tê zanîn, ciwantiya Şêx Seîd di medresê de derbas dibe. Şêx Seîd, di nav mercan de jî li medreseyê tehsîla xwe bi erebî û farisî xilas dike. Şêx Seîd, hê di xortaniya xwe de bi pirs û pirsgirêkên welat, civakî, eşîrtî û wd. re jî eleqedar dibe.”
“Cudatiyeke giring di navbera wî û şêxên din yên adetperest de hebû”
Firat, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan li ser giringî û xususiyeteke Şêx Seîd û herweha cudatiyeke giring ya navbera wî û şêxên din yên ji rêzê, yên adetperest û weha got;
“Di vê mijarê de ez dikarim bêjim ku cudatiya Şêx Seîd ev e; Şex Seîd bazirganiyê dike û yê ku bazirganiyê jî bike, çavên wî li destên yekê dinê nîn e, kesên bi vî rengî jî di nav civakê de gavek lê pêş in, ev jî di nav jiyanê de realîtekî ye. Di wê demê de jî gelê kurd zindî bû; di nav xwendevanan de, siyasetê de û li gelek aliyên din yên jiyanê ji bo serfirazî û azadiya gel di nav tekoşînek da bûne. Kurd ne tenê li Kurdistanê, herweha li Ewrûpayê û welatên ereban jî hebûn û din av hewldanê de bûn.
Şêx Seîd Efendî di sala 1903an de heca xwe dike, piştî ku ji hecê vedigere, jiyana xwe dîsa li Xinûsê berdewam dike. Wexta ku Osmanlî ji hev dikeve û bi destê Îttîhak Terrakî cumhuriyet saz dibe. 1924an de yek qanûnê esasî çêdikin û ew qanûnan da jî hinek behsa kurdan jî tê kirin. Şêx Seîd jî li qanûnê derketine dinhêre ku ji aliyên şaredariyê de behsa mafên kurdan dikin û dibêje ew mafên ku dane kurdan başe, lê dîsa jî tiştên ku gelê kurd daxwaz kirine ew wek qanûn derneketiye.
“Şêx Seîd serokatiya Komeleya Azadiyê ya li Erziromê dike”
Şêx Seîd, di nav cemaetên Kurdistanî da ye; Komeleya Azadiyê wê çaxê li Erziromê saz dibe û Xalit Beg û Hecî Mûsa ji Şêx Seîd re dibêjin tû bibe serokê Komeleya Azadiyê û li ser vê yekê Şêx Seîd dibe serok. Siyaseta wê çaxê jî wek îro dînamîk e û ji bo mafên kurdan bi destxin partî saz dibin, cemaet têne berhev û weqf ava dibin. Wek mînak ku li Îstenbolê di sala 1918an de di serokatiya Evdilkadir û hevalên wî de Komela Tealî ya Kurdistanê tê avakirin, piştî wî jî kovarên bi navê “Bangî Heq”, “Rozî Kurdistan” û li Bexdayê bi navê “Kurdistan” tê çapkirin.
Dema ku Şêx Seîd di zindanê de bûye Ehmet Sureyya û hevalên xwe di zindanê de jê re dibêjin ku Şêx, em bihîstine ku tû helbesta jî dinivsînî, li ser edebiyatê nivîsa dinivîsînî, em kaxêz û pênûsêk ji te ra bînin, tû jî binivsîne. Şêx Seîd qebûl nake û dibije ku wexta ez binivsînim dibe ku destê min biricife ji ber vê jî ezê bînim ziman û bi erebî weha dibêje. “Ez ji çeqelê darê we yê hişk perwa nakim/ Perwa min ji darê we yê ku pêra me darde dixînên ji wî tûne ye/ Tekoşîna min ji bo gelê min e/Jji bo ol û baweriya min e.”
“Şêx Seîd tu car ji mirinê netirsiye”
Mirov ji mirinê ditirse lê belê tirsek wûsa di nav Şêx Seîd de tunebû ye. Ji ber ku cavên Şêx Seîd li destê otorîteya navendî nebûye û tirsa ku ez serhildanek çêbikim û ezê werim kuştin jî tinebûye. Şêxên ku ji aliyê Mistefa Kemal û hereketa wî ya dîktatoriyê ne, li hemberê Şêx Seîd disekinin û dijminatiyê nîşanê Şêx Seîd dikin.
Di van hel û mercan de Şêx Seîd radibe çawa dest bi hereketê dike, derdora Şêx Seîd (zarokên wî, birayên wî, murîdên wî, bûk û gundiyên wî) jê dipirsên, dibijên efendî tû diçî kuderê. Şêx Seîd jî ji wan re dibêje ez 65 salî me, min jiyanekî baş derbas kir, lê belê ku îro rewşa welat ne baş e û sibê roj mafên me ji destê me were sendin, ez van tişta dibînim û gava ku ez çûm roja heq hûzûra xwedê jî, xwedê ji min re bêje Seîd, te jiyankî xweş derbas kir, min mal û jiyanek bi nav û deng da te, lê belê gelê te bindest bû û te çerkir. Pirsekî wûsa ku bipirse ezê çi bersiv bidim. Divê ji bona wî jî mirov dikarê be bersiva xwe bide. Ez, ji bona wî jî hetanî ku ji destê min were, ji bo gelên xwe, malbata xwe û olên xwe din av tekoşînê de cîh bigrim.”
(Dengê Azad)