Korek telecom înternêta belaş pêşkêş dike

Nûnerê Kompanya Korek Telecom ragihand di demên derbasbûyî de çendîn derfetan pêşkêşî bikarhênerên xwe kiriye û sûdeke gelek baş jê dîtine û dibêje: Li roja înê ve Korek Telecom înternêta belaş pêşkêşî bi karhênerên xwe dike.
Aras Tûtinçî Nûnerê Kompanya Korek Telecom li Hewlêrê di derbarê wan gileyiyên li ser kalîteya hêlên înternetê tê kirin dibêje: “Hîç gileyiyek ji xwe ve nayê kirin, wekî hemû aliyek dizanin ew teknolojiya niha kompanya me û kompanyayên gihandinê li Iraqê bi awayeke giştî kar pêdikin, teknolojiya G3 ye, ew teknolojiya jî bi cûreyek ji cûreyan bi teknolojiyekî kevin tê hejmar kirin li gor wan pêşketinên niha li cîhanê da heye ku niha behsa G5 tê kirin”.
Di derbarê derfetên nû yên Korek Telecom ya ji bo bikarhêneran bi taybet li vê rewşê de ku her malê ne, nûnerê kompanya Korek Telecom got: “Me li destpêka belavbûna vê şewbê û destpêkirina rêkarên Hikumeta Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna belavbûna vê şewbê û ragihandina qedexeya hatin û çûnê, me dest bi karkirinê kir bo ku derfetên taybet di vê demê de amade bikîn ji bo bikarhênerên xwe. Me derfetek baş pêşkêşî bikarhênerên xwe kir ku bi cot balans(kontur) bû, bi pirkirina her kartek bi heman nirxê balanesê karteke belaş werdigrî. Eger li wê dema diyarîkirî de her kesek balansa xwe pir kiribe sûd ji wê derfetê dîtiye”.
Her wiha got: Derfeta me ya nû înterneta belaş û bêberanbere û bi mekanîzmekî diyarkirî bi bikarhênerên xwe dibexşîn, destpêkirina derfetê jî ji îro ve destpê dike.