Nivîsar

Akilmendên PKKê serkaniya Corona yê eşkere dikin

Bi derketin û belavbûna vîrûsa Coronayê cihan ber bi pêvajoyek nûjen ve diçe. Niha hemû welat li gora imkanên xwe li himber vê nexweşiya cîhanî ji aliyekî ve xwe diparêzin ji aliyek din ve jî ji bo dermanekî li himber vê vîrûsê peyda bikin di nava lêkolinek mezin de ne.

Li Kurdistana Başûr hukumeta herêma Kurdistanê jî li gora mecal û imkanên xwe wek welatek modern hinek tedbîrên radikal li himber belavbûna vîrûsa Cronayê girt. Dixweyê hukumeta Kurdistanê hemwelatiyên xwe baş diparêze.

Wek hemû cîhanê , li Kurdistanê jî hinek bi awayekî nirxandina li ser derketina vê vîrûsê û belavbûna wê dikin. Li cihanê xelkek zanyar bi awayek zanyarî rewşa heyê dinirxînin û ji bo çareseriyekî di nava hewldanekî de gotubêja dikin.

Lê mixabin PKK cardin ji her nirxî cuda vê yekê dinirxîne û ji zanistiyê dûr behsa rewşa heyî dike. PKK malpera Lekolînê de nirxandinek gelek balkêş û ji hemû nirxên zanistiyê dûr belav kiriye. Di nivîsê de dibêje ku, serkaniya vê vîrûsê Kapitalizme. Herweha didexûyakirin ku, hêjî nayê zanin ku heyîna vê vîrûsê raste yan derewe. Ev virus bi destê sistema Kapitalist hatiye çêkirin û belav kirin.

Di nivîsê de dibêje ku, kapitalista ev vîrûs peyda kir û niha jî didin xûyakirin ku qaşo li himbe vê vîrûsê şer dikin.

Herweha di nivîsê de gelek nirxandinên balkêş hene. Ji xwe kes û aliyên PKKê nasdikin nivîsên bi vî awayî cidî nagrin. Lê beşek insanên ku mirîdiya PKKê dikin, ji van derewên vale bawer dikin û ev yek dibe tehdîtek mezin li ser tenduristiya xelkê.

Di vê qonaxa  ku, ev vîrûs bûye tehdîtek mezin li ser jiyana xelkê, nirxandinên ji akil dûr , dibe sedemek ku xelkek guh nadin tedbîrên têne standin û behtir tujî vê nexweşiyê dibin.

Di rastiya xwe de ji bo miletê kurd PKK vîrusa herê mezine û heyina neteweyekî yehdît dike.

Mixabin li himber vê helwesta ji hemû zanyariyan dûr, gelek bijişk û zanyarên tenduristiyê bê deng dimînin. Gerek zanyarên tenduristiyê , akademisyen û bijîşk vê helwestên çewt şermezar bikin û rastiya heyî ji xelkêre bêjin. Erkê dezgehên tenduristiyêye ku li himber dezenfermasyona derkevin û rastiyê ji xelkêre bêjin.

Nûçe/Analîz

Back to top button