Polîtîk

Konsolê Amerikî rewşa penaberekê Kurdê Rojavayê Kurdistanê pirsî

Steven Fagin Konsolê Giştî yê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika li Hewlêrê salvegera çil saliya roja cîhanî ya penaberan de li gel penabereke Kurdê Rojavayê Kurdistanê guftûgo kir.

Fagin li rêya înternêtê li gel penaberê Kurdê Rojavayê Kurdistanê(Suriye) Heysem Mecîd axaft. Heysem dest bikarkirinê li gel Rêxistina Parastina Mafên Zarokan wekî xwebexş û niha jî rêkxerê parastina zarokane. Hikûmeta Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka û nivîsîngeha nîştecihkirin û penaberan û koçê ya ser bi Wezareta Derve şanaziyê dikin ku piştgîrîkirina hevbeşekin û piştgîriya penaberên wekî Heysem dikin ji bo pêşkêşkirina aramî û hela nû ji bo wan kesên ku ji destê pevçûnan koçkirine.

Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêberîkirina cîhanê ya li warê hevkariya mirovî de berdewam dibe. Ji ber wê em bi hêzî û azayetî û parêzgeriyê milyonan penaberên li seranserê cîhanê dinasênîn ku ew hatine neçarkirin ji ber çewsandinê û cengê welatê xwe bi cîh bihêlin. Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka piştgîriya penaberan dike.

Back to top button