
Konseya Ewlehiyê daxwaz ji aliyên Iraqî dike ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
Konseya Ewlehiya Navdewletî dilgiraniya xwe li hember bûyerên vê heftiyê yên Iraqê nîşan da û daxwaz ji aliyên siyasî yên Iraqê kir ku nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin.
Konseya Ewlehiya Navdewletî daxuyaniyeke hevbeş, tundûtûjiya li Iraqê pêkhatî şermezar kir û ragihand ku, ew ji raportên kuştinê û birîndarkirina welatiyan nîgeran in.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, Konseya Ewlehiya Navdewletî amaje bi hewlên hikûmeta Iraqê bo vegerandina aramiyê kiriye û pêşwazî li daxuyaniyên aliyan kiriye ku xwe nas bikin û xwe ji tundiyê dûr bixin.
Konsey bang li hemû aliyan kir ku nakokiyên xwe yên siyasî bi rêyên aştiyane çareser bikin, rêz li serweriya yasa, mafê kombûnê û saziyên hikûmetê bigirin û xwe ji hemû tundûtûjiyê dûr bixin.
Konsey daxwaz ji alîyan kir ku di zûtirîn dem de vegerin bo diyaloga avaker û aştiyane ji bo zêdetir pêşdebirina proseya çaksaziyê û diyarkirina nexşerêyekê ji bo baştirkirina rewşa Iraqê.