Nivîsar

Kongre ji bo PDKê derfetek e ku rêveberî û hikûmetê binirxîne

Partiya desthilat li başûrê Kurdistanê,Partiya Demokrat a Kurdistanê di meha 11ê de kongreya xwe ya 14mîn li dar têxe. Ji ber bûyer û rûdanên li Iraq, Kurdistan û herêmê demek dirêj ket navbera kongreya 13mîn û ya 14mîn a di meha Mijdara 2022ê de bite li darxistin. Di vê navberê de gelek guhertin li cîhanê û herêmê de rûdan. Ji bo vê yekê jî giringiye taybet ya kongreya PDKê derdikeve holê. Guhertin,biryar û encama Kongreya PDKê bandora xwe li herêmê û li Kurdistanê dike.

Ji bo giringiya Kongreya PDKê, rojnemeya Sibehî hinek pirs radestî nivîskar,rewşenbîr û siyasetmedara li başûrê Kurdistanê kiriye. Ji bo giringiya van dîtina  em jî di malpera xwe de beşek ji wan diweşînin.

Pirsên Malpera Sibehî:

12 sal bi ser lidarxistina 13. Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re derbas bûn. Îro herêm di nav valahiyekê de ye û bi guhertinên mezintir re rû bi rû ye. Li başûr gel bi giştî ji rewşê nerazî ne û gelek gazind hene. PDK di vê rewşa aloz de dê kongreya xwe ya 14. li dar bixe.

1. Hêviyên we ji kongreya 14 a PDKê çi ne?

2. Li ser asta navdewletî û navdewletî ti pêşniyarên we ji bo kongreyê hene?

3. Pêşniyarên we li ser asta herêmî, bi taybetî rêveberî û hikûmeta we çi ne?

4. Hûn ji bo guhertinên navxweyî yên PKK û pêkhateya wê çi pêşniyar dikin?

Bersiva Pirasa:

Kongre ji bo PDKê derfetek e ku rêveberî û hikûmetê binirxîne

Bedirxan Zawîteyî

1- Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PKK) di vê qonaxê de ye ku, pêwîstiya doza herî mezin a doza Kurd amadekariya qonaxa bê heye, ji ber ku li herêmê guhertinên mezin tên pêşbînîkirin, ji ber wê jî tê çaverêkirin ku PDK bi plan û stratejiyeke nû tevlî van alozî û guhertinan bibe.

2- PKK partiyek e ku kongreyên wê hertim bûne cihê handana herêmî û navdewletî ji ber ku doza Kurd pê ve girêdayî ye. Lewma pêwîste PDK di vê kongreyê de karekî cidî bike ku li ser asta navdewletî lobiyên bihêz çêbike û kar bike ku doza Kurd ji vê qonaxê ber bi qonaxeke baştir ve biçe.

3- Kongre derfeteke gelek başe ji bo PDK ku weke partiyeke desthilatdar pilan û bernameyên xwe yên îdarî û hikûmî li ber çavan re derbas bike û berdewam guhertinan bike ji bo parastina hêza xwe û xizmetkirina gelê Kurdistanê.

4- Kongre bi xwe ji bo pêdaçûn li rêgezên navxwe yên hizbî û pêkhateya partiyê û guhertina berdewam bo guhortina wê bi rewşa deverê û gelê Kurdistanê tê lidarxistin.

Back to top button