Berevajî firendekan ya Ebdulbaqî Huseynî di navbera welêt û penaberiyê de

Kurte çîrok wek  hunerek e wêjeyî wêneyên dagirtî û cur bi cur aşkere dike, û ew jî dibin bîngeha kurte filiman …

Rêber Hebûn

-Destpêk: 

Bîranînên zindî bergê wêjeyî li xwe dikin û li meydana xêzan de derdikevin, di hundirê xwe de seyrana mirov  di jiyanê  de û serpêhatiyên wî ezber dikin, û çi maye di hizrê wî de piştî derbasbûna gelek sal, û di vê pirtûka a bi navê  ( Berevajî Firendekan) xuya dibe bandora cîgeh û millet li ser nivîskarê penaber Ebdulbaqî Huseynî, bi wan hestên dagirtî raman û bîranîn ev çîrokên wêna hatibûn e sazkirin, û em dikarin penaberî bi welatê duyem  ve binav bikin, û çîrokên vê pirtûkê wisa penaberiyê pesindan dike, tevî cudabûna cîgeh û mercên jiyanê di navbera herdûkan de , û li paş derketina ji welêt ve herdû sedem aborî û siyasî hene, tê wateyê ku nivîs ji êşek e mezin û kûr dibişkive, û zoreng berdewam dibe û didome di hundirê mirovê hestiyar de, û wî dihêle li beranberî rûbirûbûnekê de be, li pêş bîr de, di her dem û helkeftê de ev tişt berz dibe, di hemî cureyên wêje û zanistên mirovî de, ji ber ew veguhêztin ji welatek ta welatek î  ve, baca wê hiş , henas û deronî dide, nexasim ku ew mirov Kurd be  û  bê dewlet e be , jiyana wî  di rojeva pirs û lêpirsînê  de ye, û ev yeka nivîsa rewşanî derdixîne holê.

Bandora desthilata serkotker li ser nivîs û wêjeyê:

Helbet cêwîbûnek e nakok  di navbera peywendiya desthilta zordar û afrênerê hestiyar de heye, nivîs bi xwe zimanê rewşa serdemek ê ye, û di nav xwe de jiyangeriya mirov û xelkê nîşan dide, ligel ku çandek ê ezber dike, li vir jî em dibînin kurte çîrok wek  hunerek e wêjeyî wêneyên dagirtî û cur bi cur aşkere dike, û ew jî dibin bîngeha kurte filiman , behsa jiyana milletek î tê kirin, bi çav û dîtinê nivîskarek î ,çîrokên vê pirtûkê 15 de ne,  û erdnîgarî xwe dirêj û fereh dike di navbera du cihan , ango bajar Qamişlo û Oslo, ezê li ser her çîrokekê bi kurtasî rawestim , pêşî çîroka bi navê :

1- Dema evîna kevin nû dibe :

Têde behsa jiyana xurtek î têkirin, û seyrana wî di navbera  berê û niha de, bi xwe naveroka vê çîrokê , civakî deronî ye,girêdayî ye bi kiryar û terzê jiyana xurtên zigurd  û bandora dem û sîstema jiyanê li ser mirovê gênc de.

2- Felafil û Vafil : 

Ev çîrok pala xwe li ser demborîna a ku li welêt derbasbûye datîne, û xwest bêje  ku hevgarî û bê şensî li her derê li pey mirov dikeve, bi rengek î tenik, hêsan û bi seyr  ev çîrok hatibû sazkirin.

3- Kezî kurê tiracîdiya pordirêjê : 

Ramana vê çîrokê  ji têgehek e civakî ve hatiye wergirtin, ji ber ku li gor reftara  olî çêdibe mêrê misliman  bi bêhtirî jinekê re bizewice,û çavê Hindirînê lehenga vê çîrokê timî li mêrê bi jin e.

4-  Dilê min pîre : 

Ev ji çîroka mirovek e di jiyana xwe de pir azarî dîtiye û nîşanên zehmetiyê di riwê wê de cihê xwe girtin e, û xemgînî û bêhêvî jiyana wê dagirkirin e, bêhtir ev çîrok rehnî dide li ser kêşeyên tevlîbûnê di jiyana nû de.

5- Penaberê winday : 

Samad mînakê mêrê tembel e , yê li tiştê amade û bê westan digere.

Ew jî serdemekê diyar dike, naveroka wê eger mirov ne dilxwazê jiyanê be, ta bi hişê xwe jî be wê nelive.

6- Na ji bo Teknolociya: 

Di vir de Azad bi xwestekên bê sînor ji aliyê dê û bavê xwe tê dorpêçkirin, û ev yeka jî wî dihêle ku nifiran bi ser teknolociya de bibarîn e, ji ber ku ew peywendiyên rojan e û xwestinên diravî dibin e rêgir li pêş dan û standinên xuristî mirovî de.

7- Şîrfiroş û jina bedew: 

Di vê çîrokê de bêhtir bala me dibe çîrokek e gelêrî di kultûra me yê kurdî de navdar e bi sernavê : Zembîlfiroş , hezkirinek e nehênî û kêm di navbera du evîndaran de çêdibe,lê di nîvê rê de dimîne bi çûyîna mêrê ê hatibûye hezkirin ji aliyê ew jina dilxwaz ve.

8- Dilbirîna welat: 

Di vir de nivîskar berî me dide kêşeya bilmeziya siyasî ,  Memo yê jiyanê bi rengek î hestiyarî dijî , dema hiş xav  be û dil jî bê hefsar be,  tevlîheviyên memo  û guhertinên bi seyr di  kesayeta wî de çêdibin.

9- Keça dê Fileh û xortê Donciwan: 

Ev çîrok peywendiya xwe bi çîroka destpêka  vê pirtûkê re heye, lehengê herdû çîrokan Rêber e, xurtê ku çavê keçikan timî lêbû, naverok:  civakî, evînî ye, behsa mijara dan û standinê dike di navbera du zayendan de.

10- Ne herdem yek kare bidize : 

Keftaro û diziyê , diyar dike baweriya hişê seqet bi berdewamkirina jiyana çewt , bi xap û fêlbaziyê , li vir nivîskar nimûneyek e ji mirovan ve  ji xwendevanan re diyar dike.

11- Bozo di navbera olperestiyê û nûjeniyê de: 

Di vir de rolê mirovê zanyar û sekna wî li hember olperstiyê diyar dibe, û zoreng dijwar dibe di navbera hişmendiyan bi serkeftina rikberiya nûjeniyê li hember paşdemayînê de.

12- Bazê çiya  û newalan: 

Zorenga nifşan ,  em dibînin ku têgehên xuristî bindikevin li hember rêbaza jiyanê zarokan , yên dûrî sinc û jiyana pak dijîn, û bedkarî dema dibe neqşerêyek ê ji jiyanê re, çawa bi xwe re çi tiştê baş dibe.

13- Robotê Kurd : 

Bi şêweyek î cuda û bi seyr nivîskar çibû cîhanek e din , têde rehetiyekê dibîne, û di wir de raman xwest jiyanek e din ji gelê kurd re bixwaze , ne hestbûn rolek lîstibû bi derxistina hest û raman û bi rengek î bi ken ve, dûrî jiyana dijwar û narvîna sert a ku zêdetirî 40 milyon mirov bê dewlet di cîhanê de hîştibû.

14- Çirîska zû vemirî

Gula ku mirov av  nede diçilmise , û dar dema ji kokê ve tê birrîn nema carek din çêdibe,ev wateya vê çîrok ye.

15- Gundê Xopan : 

Bi rengek î aram û rehet ziman wêneyên sirûştê nîgar dike, rewşa şînkayî û şênî di welatek î de aşkere dike.

-Dûmahîk : 

Çîrokên Ebdulbaqî Huseyînî di nav pêlên welêt û penaberiyê de avjeniyê dikin, jiyana mirovê kurd armanc dikin, bi zimanek î hêsan, û hevokên kurt , tevî ku hin car di hinek çîrokan de dawiya wan hinek sarbûn û normalbûna têde hebû, ji ber ku dawiyên bi seyr zimanê rewşa çîrokê ye, lê tevî wisa jî em dikarin bibêjin ku nivîskar karîbû pirek î qayîm di navbera mirovê kurd çi li welêt mayî û çi li penaberiyê de saz bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: