Polîtîk

Kongeya 13. a PDK li paytaxt Hewlêrê destpêkir

Bi amadebûna serokê Iraqê Celal Talebanî, serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî, serokê lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî û çend kesên dinên navdar, evroj li bajêrê Hewlêrê dest bi sazdana kongireya 13. a PDK hat kirin.

Di evê kongireyê de, bêtirî 300 kesên siyasîyên navdarên Iraqî û navdewletî hatine daxwazkirin, ku li evê kongireyê mêvan bin.

Ji bilî evê çendê, balyozên gelek welatên cîhanê yên li Iraqê jî amade bûne û weha dihê çaverêkirina, ku ev kongireya han çend rojan berdewam be.

Serokê parliyamenta Iraqê Usama Nuceyfî û serokê hukûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih jî, li evê kongreyê amade ne.

Ev kongreya Partîya Demokrata Kurdistanê, li jêr navê nûbûn, dadperwerî û jîyana bi hev re ye.

Pêdivêyî bîranînê ye, ku kongireya 12. a PDK berî 11 salan, dîsan li bajêrê Hewlêrê hatîbû sazdan.

PNA

Back to top button