Îroj

11’ê Berfanbar

11’ê Berfanbar

Di sala 1946’an û di rojekî wekê îroyê de UNICEF (United Nations International Children’s Emergency Fund) hatiye damezrandin.

UNICEF Bi Kurdî FAZNY ‘Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî’ ji bo bipêşxistina mafên zarokan bi armancên mezin hatiye peywirdarkirin.

UNICEF di sala 1954’an de ji aliyê NYê ve gorî hevpeymana mafên zarokan a gerdûnî di serî de li herêmên awarte, dixebite. Xebatên UNICEFê kêm be jî li Başûrê Kurdistanê heye. Mixabin ev sazî li dijî parçeyên din ên Kurdistanê bêdengiyê de ye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê heya niha bi sedan zarok ji aliyê hêzên dûgelê ve hatine êşkencekirin, kuştin û birîndarkirin. Herwiha xebata zarokan jî ne qedexe ye û pirraniya zarokên Kurd rûyê dibistanê nabînin.

Yekkirina statûya keç û lawan, pêşîlêgirtina xebata zarokan, bidawîkirina pêkutiyên seksûel ên li dijî zarokan, bidawîkirina lêdana dê û zarokan, bidestxistin û nomîzekirina mafê perwerdeyê, qedexekirina çekgirtina zarokan hwd gelek peywidariyên FAZNYê hene. Di sala 1965’an de Xelata Nobel a aşitiyê werdigire

Back to top button