Kultur

Tunç Eli di dawiyê de bû Dêrsim

Meclîsa Giştî ya bajarê Dêrsîmê ( Bi navê fermî Tunç eli ) di civîna xwe ya awarte de ji bo guhertina navê bajarê pêşniyarnameyê navê ‘’Dêrsim’’ pejirand.

Serokê Meclîsa Gişti yê bajarê Serdar Erdogan da zanîn ku mafê Meclîsa Giştiya Bajar tineye ku navê bajarê bigûherê lê ji bo mînakê biryarekî wisa hate girtin.

Parlamenterê Dêrsimê Şerafettin Halîs par ji bo guhertina navê bajarê ji Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyarnameyek da bû lê heta niha Parlamentoya Tirkiyeyê li ser guhertina navê bajarê runiştinekî nekiriye.

Serokê Meclîsa Giştiyê Bajarê Serdar Erdogan di hevdîtina guhertina navê bajarê de axaftinek kir û got : Navê Dêrsim navekî qedîme û di nava civata bajarê me de her kes navê bajarê wekê Dêrsîm telafuz dikin. Navê Dêrsimê di sala 1936’an de bi biryara Lijneya Wezaretên Tirkiyeyê ve wekê Tunç Eli hatiye guhertin. Navê Dêrsim bi dehan sale qedexeye lê xelkê me navê Dêrsimê tercih dikin. Îro hemî dinya û tirkiye navê bajarê me wekê Dêrsîm nas dikin. Îro em daxwaz dikin ku navê bajarê me ji nû ve bibe Dêrsim.

Bervedêrê Parêzgeha Dêrsimê Oguz Alpçaglar di derbarê mijarê de wiha axifi : Biryara Meclîsa Giştiya Bajarê ne mimkûne ku navê bajarê biguhere. Navê bajaran bi awayekî zagonî û tenê bi biryara Parlamentoya Tirkiyeyê ve pêkane. Wisa xuyaye ku Meclîsa Giştiya Bajar jî biryarekî sembolîk girtin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button