Nivîsar

Kongereya HDPê û nûnerên PDKê

Li Enqere kongreya HDPê pêkhat, armanca avakirina HDPê tê zanîn. HDP projeya entegrekirina kurdan bi dewleta Tirk ve ye.
Kongreya HDPê di bin şîara“”Cumhuriyet a Demokratik, Niştimanek Hevbeş, Neteweya Demokratik “

Ji xwe ev yek bi xwe jî armanca damezirandina vê partiyê dide kifş kirin. Ez behsa HDPê nakim. Dixwazim balê bikşînim li ser hinek mêvanên kongreyê û axavtina ku di kongreyê de kirîn.

Berpirsê pêwendiyên dervê yê PDK Kemal Kerkukî li sernavê serokê Kurdistanê Mesud barzanî tevlî kongreyê bû. Kerkukî di kongreyê de axavtinek kir.

Kerkukî di axavtina xwe de tenê behsa demokrasiya Tirkiye û rolê BDP û HDPê di vî warî de kir. Qet behsa rojeva germ a siyasî nekir. Peyamek yê serokê Kurdistanê nehat ragihandin.

Midexeleya divanê ya axavtina Kerkûkî ku xwest axavtina xwe kurt bibirê ji hemû nezaketa siyasî dûr bû.

Îro li Kurdistana Başûr ji nûve qedera miletê Kurd tê nivîsandin. Raste ev bûyer dikare bibe sedemek mezin ku Kurd li Başûr dewleta xwe ragihînin. Lê her demî di siyasetê de dikare tiştên xirabtir jî bibin.

Di vê pêvajoyê de bûyerên li Başûr û li Iraqê çêdibin gelekî girîngin. Kurd bi serkevtî vê pêvajoyê derbas bikin, temamê Kurdistanê dikeve di bin kontrola Kurdan de.

Kurd  îro bi firotina petrolê gavek ji Iraqê dûr ketin, behsa çêkirina pereyên Kurdistanê tê kirin. Herweha cardin Başûr piralî di rojeva cîhanê û herêmê de ye. Kurd encama hinek bûyeran dikarin dewletekî ku di cîhanê de bê naskirin ragihînin.

Di vê pêvajoyê de peyamên serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê gelekî girîngin. Vekirî dibêjin eger daxwaziyên kurdan bi temamî di çerçova yasayi de pêkneyên , dê kurd gava pêwist bavêjin. Eşkere behsa referandumê dikin ku ev yek tê wateya ragihandina dewletekî. Ji ber ku têzanîn ji % 98 xelkê Kurdistana Başûr serxwebûnê dixwazin.Sala 2009ê xelkê di vê derbarê de biryara xwe daye.

Niha di vê rojeva piralî de, nûnerên PDKê çi peyam di kongreya HDPê de da? Ji bo çi peyamên serokê Kurdistanê nehatin ragihandin? Mirov di kijan platformê de be, behsa dîtinên xwe dike û peyamên xwe radigihîne.

Lê mixabin ev nehat kirin. Di serde kongreyê de kolana xendekan hate rexne kirin û vê yekê ve girêdayî  rexne li PDKê hatin kirin. Nûnêrên PKKê ve girêdayî ji Rojavayê Kurdistanê tevlî kongreyê bibûn, wan siyaseta PDKê rexne kir û behsa xendeqan kirin.

Ji aliyek din li himber projeya herî mezin ya Kurdistanî Selahatin Demirtaş dîtinên xwe gotin û vekirî li dijê ragihandina dewletek Kurdî derket.Bi awayekî bersiva Kurdistana Başûr dida. Demirtaş dixwaze herkes Rojava ji xwe re wek mînak bigre.

Demirtaş di axvtina xwe got: Tu xira dewletên li ser bingehê netewî bête dayîn ji mere tuneye.

Di rojeva îro li Başûrê Kurdistanê heyî, ji hemî tiştekî girîngtire. Lê ragihandina naveroka rojevê û helwesta Kurdan ji hemî tiştekî girîngtire.

25.6.2004
Dara Bilek

Back to top button