Kongere yekemîn ye Encumena niştimani kurdî li Swêd
Di roja şemîyê 22.9.2012 li stockholmê ( salona Alvîk) kongera yekamîn ya ENKS-S hate darxistin, de (Leqeki) ji ENKS li Swedê damezirinin , nêziki 200 kesi pêşdar bubun li ve kom civînê û gelek nunerên partîyên kurdistanî û kesatîyên navdar mîna berêz sîysetmedar û hem nivîskar : Kemal Borqayi .
Dîwana yekemin pêkhat ji Feremez Husên u ji Şevger Hovak
Konger bi siruda Ey Reqîb u yek xole be dengi ser rihê şehidan û peyva yekemîn me da Berez Kemal burqayi wek û Siyasetmedareki kurd û hêja Berqayi piştgirîya xwe dîyar kir bu kurdên rojavayê kurdistan û doza yekîtî ji parti u milet kir ku vê derfetê ji destên xwe bernedin û ku we goherin li suriye bibe u her wisa li îran u turkî ji u idi hic nema zilim tê qebulkirin.
Piştre Şevger hinekî li ser rewşa tevgera siyasî kurd sekinî û qunaxên ku têde derbasbuyê bi avakirina partîya yekemîn 1957 li rojavayê kurdistan û peydabûna 20 partîyên kurdî û wilqas parçebûn û bi serde wilaqas zilm û zordarî ji rêjîma bassa şovinî u pêkanina gelek zagonên xirab li hemberî kurdên rojavayê kurdsitan wekû nimuna standina nasnamê ji 400,000 kurdi, û anina 100,000 kesên Ereb ji deverên Arabi bo herêma rojavayê kurdistan u qedexekirina zimanê kurdî û her semboleki kurdî u strandina Erd u milk ji kurdan de koçber bibin ji warê xwe
Her wisa bi nave kongere sipasîya xwe arasteye cenabê serok Barzanî kir ku iro pir piştevanîya kurdên rojava dikê di hemu waran de.
Weku din berez Feramaz husen heyadarî da partiyên kurdên rojava ku yekbin û ji azazîyê xwe rizgar bikin u bi xebatek rast teqîne û hevbeş kar bikin .
Birûskên pîrozbahiyêyen ku hatin ji kongerê re :
1. Komîta havkarîya partîyên siyasi kurdistanî li swêd – Berêz şefîk keya û got em weku hevkariya partiyên kurdistanî piştgirîya ENKS-S dikin bi hemî hêza xwe.
2.PDK-iraq – Şevger Xwend
3.PDK– iran
4.PYD – Feramaz husên xwend
5.Rêxistina Aşur
6.Encumena Niştimani Sûrî –Rîmon Macune
7.Fedrasyona kurdistan li Swed- Xoşa Perşeng
8.Lawen Kerkukê -Xiro Gilî
9.Daxyanîya şamê – sami daud
Piştî ku mihvanan birûsken xwe xwendin idi pihinvedanek dorst bû û mihvan li ser oxira xwe cun, ji nuka andamê kongerê man u dîwanek din hate hilbijartin bo rêvebirina kongerê ji van berêzan:
Xelîl Xano û Gulê û zîwer Haco û Abdulkerîm û Rêzan Mustafa.
Piştî gift û goyan li ser desturê beryar hat girtin ku komiteyek dorst bibe ji buna ser rastkirina desturê.
Weku di xala 52% u 48% pir gift û go hat kirin li ser , le di domahîyê de li hev kirin u hate qebul kirin ku nûneren her 8 partîyan be hilpijatin bin , le 9 kes ji kesen serbixwe werin hilbijartin ji kongerê u ji nav wan 9 kesan (1) kes kota ji rêzbenên xurtan.
17 kes hatin dest nişan kirin 8 ji partiyan u 9 ji serbixweyan. û ji nav 17 kesan wê komîteyek kargêr ji 7 kesan were ava kirin bo rêveberîya siyasî û her wisa we ji wan kesên maye wê komîta aburî û komîta raghandin û komîta clakîyan uuu.
Konger bi xêr xoşî û serkeftin derbas b û
22.9.2012
Şevger
Di kongreyê de berpirsê hêzên siyasê yên Kurdistanê Şefik Kaya li ser navê hemû partiyên siyasî yên Kurdistanîli Swed axvtinek kir.
Ev deqê Axavtinê ye:
Rêzdar û nûnerên hêja
Beşdarên qedirbilind,
Bi rêz û silav hûn hemû bixêr hatine.
Kongreya we li neteweyê kurd pîroz be!
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike, Kongreya we bi dilgermî pîroz dike, ji kongreya we re serkeftin û serfîrazî dixwaze.
Hêvî û daxwaza me ku kongreya we di aramiyê de, bi hestên birayetiyê û bi serfîrazî derbas bibe, di warê xebata kurdewarî û hevbeş de, biryarên hêja, yên birayane û nimûnedar bigre.
Ji bo parastina berjewendiyên netewî li derveyî welêt, ji bo danasîna rewabûna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di cîhanê de û ji bo hevkarî û xebata hevbeş bi Şoreşa Sûriyê re biryarên hêja û xebata bêwestan pêwîst e.
Em hemû dizanin ku tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê di serdemeke taybet de derbas dibe. Vê serdemê firseteke zêrîn daye miletê kurd.
Daxwaza me ji xuşk û birayên Rojava, xurtkirin û bihêzkirina xebata hevkar, yekdengî û yekrêzî ye, li nav welat û li derveyî welêt. Herweha ji bo serkeftina gelan em hevkarî û birayetiya kurd, ereb, aşûr, suryanî, kildanî, bi giştî hevkariya hemû hevwelatiyên Sûriyê pêwîst dibînin.
Rêzdar û amadebûyên hêja,
Di dema borî e, Komîteya Hevkarî bi hemû hêz û îmkanên xwe ve piştgiriya Rojavayê Kurdistnanê kiriye. Ji niha û pêve jî em bi hemû hêz û îmkanên xwe ve piştevanê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.
Em hemû destkeftî û pêşveçûnên Rojava, destkeftiyên netewî dizanin û pê serfîraz û serbilind in.
Careke din Kongreya we li neteweyê kurd û li tevgêra rizgarîxwaziya Kurdistanê pîroz be!
Em ji komîteyên nû re serkeftin û serfîrazî dixwazin!
Silav li giyanê şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û hemû şehîdên Şoreşa Sûriyê!
Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!
22/09.2012