Biryara FÎFAyê ji bo Kurdistanê jî wê bibe mînak
Destaya Bilind a FÎFAyê, tê payîn ku, roja pêncşemê biryareke ku Kurdistana Başûr bi kelecan dibê bide. Kosova û Katalonya, ji bo ku karibin di qada navneteweyî de bi awakî fermî tevlî pêşbirkan bibin, serî li FÎFAyê dabûn. Ger FÎFA, zêdetirî Kosovayê, ji bo Katalonya bê “erê”, ev biryar ji bo Kurdistanê jî wê mînak be.
Ji bo serlêdan û pejirandina ji bo Kosovayê girîngtir, biryara FÎFA a di derbarê Katalonyayê de ye. Çimkî Katalonya hîn serxwebûna xwe îlan nekiriye û di wek statuyeke Kurdistana Başûr de ye. Ger FÎFA serlêdana Katalonya qebûl bike, Kurdistana Başûr jî, wê pêşiyê serî li Federasyona Iraqê, dûra jî FÎFAyê bide ku di heman statuyê de tevlî pêşbirkên navneteweyî bibe.
Kurd jî li benda vê biryarê ne. Lê tê diyarkirin ku Kosova di vî warî de piştgiriyeke pirr xurt ji cîhanê werdigire. Tê diyarkirin ku ger Başûrê Kurdistanê jî serî li FIFA yê bide, wê hukûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê yekê hewl bidin.