Di derheqê stêrka navdar a sînemayê û qasida nîyeta baş a Neteweyên Yekbûyî (NY) Angelina Jolie de îdiayek cidî. Îdia ev e ku, Angelina Jolie bi nexweşiya Hepatît C’yê ketiye. Xwediyê vê îdiayê jî, rojnameya ku li Amerîkayê derdikeve National Esquirer e. Rojnameyê, di serûpelê de ev îdiaya da û diyar dike ku, bi lez û bez pêwiste kezeba reş a Angelina Jolie’yê bê guherandin. Îdia wiha dewam dike; her roj tenê kariye 500 kalorî bigre û ji ber vê jî kîloyên wê heta 45 an daketine. Loma jî daweta xwe a bi Brad Pitt re talox kiriye.
Ev îdia, ji aliyê rayagiştiya Amerîkayê ve, yên ku wek asparagas dihesibînin jî hene, yên ku bawer dikin jî. Çimkî heman rojnameyê, di derbarê CEOyê Apple’ê Steve Jobs de jî îdia kiribû ku, ew ê di nav 6 hefteyan de jiyana xwe ji dest bide û ev jî rast derketibû.
Stêrka bi nav û deng Angelina Jolie, hefta borî, li ser navê NYê, serdana Kurdistana Başûr kiribû û kampa penaberan a Domizê geriyabû.