Dosya

Bi minasebeta bîranîna serokê nemir Mistefa Barzanî. Konfîdîtsîal (Dizî)

 

Nivîskar: Yevgenî Prîmakov

Werger ji Rûsî: Alk.doç.Dr.Ekrem Önen 

[email protected]

 

Li Moskowa di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta” pirt#uka Yevgenî Prîmakov a bi navê, ”Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eşkere û dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)”çap kir. Pirtûkêk gelek balkêş e û gelek listikên sîyasî ên li rojhilata nave çebûne têde tên behs kirin. Di vê Pirtûkê de qismek jê behsa Kurdan dike, ji ber ku primakov yek patriarxê sîyaseta Sovyet û Rûsyayê a derveye û bi teybetî jî rojhilata nêzîk her weha yek ji siyasetvanê Sovyet-Rusyayê ên pirsporê pirsa kurdî ye jî. Ew qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de, behsa hevditinên xwe bi Mustefa Barzanî re, bi serokatîya Kurd a we demê re, tekilîyên Kurdan ên hundir û derve, tekiliyen Kurda bi iraqe re û pirsa kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo ku ji alî Kurda bê zanîn min ev ji zimanê Rusî vergerand kurdî hevîdarim we balkêş be ji bo xwendevanan

 

 Yevgenî Prîmakov Ki ye? 

Di pirtuka xwe de ew xwe dide naskirin.

”Min ji zûde dixwest li ser rojhilata nêzîk pitûkekê binivîsim û teqrîben niv qirnî ez pê mijûl bûm.Wek rojnamevanê Pravda, alim, sîyasetvan, serokê du Înstîtûtên lêkolînê wek Înstîtuta rojhilatnasîyê û Înstîtûta têkilîyen navnetewî û ekonomîya cihanê, Serokê Istixbarata li hember Derve a Rusyayê, Wezîrê derve, serok wezîrê Rusyayê u endamê Parlemento. ”

 

Beşê XVI I

Epopeya (destana) Kurda 

Ne raste ku mirov bihesibîne wekî ku Yekitîya Sovyetê dixwest tekilîyen xwe bi iraqê re bes piştî înqlaba eskerî a temuza 1968 ku li vî welatî çêbû xweş bike. Pîstî guhertina seroke vî welatî Ebdulselam Arif ê ku birayê wi hatibû şûna wî, tevî kuştin û lêdana hêzên çep ne bûbû (Dosya wî paqij bû. werger). Ji gringîya Iraqê a li mintiqe Komara Sosyalîst a Yekîtîya Sovyetê hinek gavên ku nêzîkaya iraqê bikin, avet. Gelek ji van gavan ew bû ku Begdadê û tevgera Kurdî a ku bi tevayî kontrola bakurê welat dikir nêzî hev bikin. Mosko terefdar bû ku pirsa kurdî bi aşîtî bi careserkirin.

 

Hevdîtina pêşî a ku bi Melle Mustefa Barzanî re 

Teybetmendîya rewşa hebu û tekilîyên dostanî yên kevn bi seroke tevgera netewi a kurd Melle Mustefa Barzani re ji bo yekitiya sovyete rewşek baş ava kiribû.

Dîroka vî mirovî gelekî interesant e. Hîn dema zarokbû sala 1905 de bi dîya xwe re ketîye hepsê, wê demê birayê wî yê mezin serokatîya serhidana li dijî hukmê Turkiye dikir. Di sala 1914-1916 de hîn xortê nuhatî bû tevî şer dibe. Di sala 1931 de bi brayê xwe yê mezin Şex Ehmedre tevî şer dibe û leşkerên hukmê Begdadê ji devera eşîra Barzan derdixin, bes piştî ku hêzên hawayî ên Ingliz bi teyaran tên alîkarîya leşkerên Begdadê tevgera Kurd têgdibin .Melle mustefa tê girtin û 11 sala li surgûnê derbas dike. Di sala 1943 de bi dizê vedigeri herema xwe û ji nuhde dest bi xebatê dike. Ew bi ser dikeve û Nuri Seid serokwezire Iraqê yê wê demê şertên Kurda qebûl dikke. Lê piştê 2 salan bi alikarêya Inglêzan hucûmî ser hêzên kurdan dike.

Dema şere cîhanê yê duemîn li ser axa Îrane cumhûrîyeta kurdî a mahabad hat avakirin-Melle Mustefa bû wezîrê Eskeri (parastinê werger). Piştî dawîhatina şer ordîya Sovyetê ji axa Îrane derket û cumhûrîyeta Mahabad jî ji ortê rabû. Barzanî bi 500 şervana ve ku piranîya wan ji eşîra Barzan bûn ji hudûdê Îranê derbasî Sovyetê bûn. Şervanê kurda sîlehên xwe danîn û hinek ji wan li Azerbeycanê bi cîh bûn ên mayî li Asya navîn. Barzanî li Yekîtîya Sovyetê di bin bernavê Mamedov de jiya. Hatina Barzanî û şervanên pêre ne hat pir eşkere kirin. Ne Barzanî û ne ên pêre hatibûn tu kesek ji wan tu carî li ordîya Sovyetê bi tu awayî eskerî nekirine. Ji bo ew gotinên kû bela dibin ku Barzanî Generalê Ordîya Sovyet bû ji serî heta dawî derewin. Ev gotina bi epîzodekê (serpêhatîyek.werger) ve grêdayîye di netîcê de Barzanî bi xwe ji min re got deme kê kû li Mosko bu ji Vayentorg (dikana ku cil û caw û tistên eskerî û ên din difroşe) Kincê generalê Sovyetê kiribu (wê demme mirov dikaribû ji vayentorgê bikirîya) û resmekî xwe pe kişandibû ew resim ketibû deste îstixbarata Inglîz.

Guhertin di jîyana Barzanî û hevalên wî de pîştî mirina Stalîn çêbû. Ji gotinên Barzanî ên li cem min qeyd kîrî (Barzani bi Rûsî dipeyivî lê ne Rûsîyek gelek baş, min gotinên wî kiriye zimankî literatûrî) ” Ez hatim ber deryê Spaskî ( navê derîkî Kreml) ê Kreml û min li derî xist Ofîtserekî (esker) ciwan li hev hatî pirsi: çîye tu li derî dixe? Min bersîv da ”ev ne Barzanî ye li deryê kreml dixe a şoreşa Kurdî ye”. Li ser gotina Barzanî paşê ew ji alîyê G.M.Melnikov de hate qebûl kirin û piştî dîtina wan bi hevre Barzanî şandin dibistana partî a bilind (Dibistana partîya komunîst a Yekitîya Sovyet a bilind) û hevalên wî sandin dibistanên navîn. Hemû li Yekitîya Sovyetê 12 sala man. Piştê serketina şoreşa Iraq ê a sala 1958 Barzanî vegerîya Iraq û li wir ji ber gringîya Barzanî a ji bo Kasim û ji bo paraztina yekîtîya navbera hukme nuh û kurda Barzanî bu wekîle reîsê cumhûrê cumhûrîyeta Iraqê. Lê piştre têkilîyên wan dîsa xera bûn û Barzanî çû bakurê Iraq, Kurdîstanê, û ji nuh de şer di navbera Kurda û hukmê Begdadê de destpê kir.

Şerê gelekî xurt di dema Arif de bû û heta dema destpêka ku birê Arif bû reisêcumhûr. Di temûza sala 1966 reisê cumhûri nuh Arif û Barzanî ji bo aşîtîyê li hev kirin. Şerê mezin sekinî lê cih cih pevçûn çê dibû. Di wê demêde ji redaksîyona Pravda (ji Mosko werger)ji min re emir hat buroya pravda a Qahîrê (paytextê Misir werger) ku ez biçim bakure Iraqê.

Barzanî nehatibû îzole kirin. Mirov dikarîbû Barzanî bidîta, her weha rojnamevana ji dikaribu Barzanî bidîta ,lê hemû dihatin bakurê Iraq di rîya Îranê de. Wek rojnamevanekî yekemîn ê Sovyetê ku dixwest Barzanî bivîne, min nikarîbû haya hukumeta iraqê jê cênekim, ji berku hevdîtinek bê kû haya hukûmeta Iraqê ji heba çêbûba wê ne maqûl ba ji ber ku me dixwest Hukûmeta Iraqê û Barzanî nezî hev bikin.

16 çelê paşîn sala 1966 reisê cimhur Arif ez qebûl kirim, berya wê min bersivê pirsên xwe bi nîvîski ji wî wergirti bu. Hevpeyvina min bi Arif re ji bo ku di Pravda bê belav kirin. Arif di hevpeyvinê de got ku yek ji pirsên girng ewe ku li bakurê Iraqe aramî çêbibe. Li ser ve bersiva Arif min got tu ci difikire ku rojnamevanekî sovyetî be ku rîya Îranê bi kar bîne karibe biçe Kurdîstana Iraqe, ji ber ku em dihesibînin Kurdistana Iraq perçak ji Iraqe ye, wer diyar bu argumentê min tesir li Arif kir û wî emir da wezire parastinê ê Iraqe ji bo ku min bighine Kurdan, teferûte ve çûnê gelek in lê bi 2 serbaze ordiya iraqe re û bi makînanak eskeri bi esker ve em çûn bakur. Yek ji serbazê bi min re bun hin berya biçim li ambasada sovyete a li Begdê ji min re gotin biraye wezire parastinê ye û ye duda min bi xwe fem kir dema em di çûn bi rev de min û Saşa Zatovî tercumane sefaretê bû piştre bu sefire Sûriyê, me nukte digotin (henek dikirin werger) em gelekî di kenyan we demê yek ji serbaza ji xwe ne girt bi mere kenya we demê min fêm kir ku ew ji bi rusî di zani .Dema wê vegeryana ez û wi bi tenê di erbê de man û min jêre got bese çi tu xwe li ehmeqi datine.

Bi kurda re di riya lasilki (telsiz) de têkilî kirin, bersiva Kurdan gotin Makîna (seyare) eskerî ji wir bibin, le her du serbaz berdan û em çûn zivistangeha Barzanî, heta we demê hîn tu berpirsên hukûmeta begdaye ne hatibun we derê.

Û nuha em li Kurdistanê ne. Ji alîyê Lirik (edeb) de min xwe negirt. Li vî cihê xwşikbûna wek di çîroka de 2500 sal e miletê ser bilind û azadixwaz Kurd dijin wek carna ji wanre dibêjin ”Rîtsarên rojhilat”.Tiştên ew pê serbilindbin hene, yek jê Selhedin (Selhedinê Eyubi werger) ewê ku xaçparza nikari bûn wî bişkînin, lê ji aliyê din ve Kurd buna Nuri seid bi wan geleki ne xwoş bu. Lê çi tabîet. Ev çîyayên ku dighên asimana, gum guma dengê ava paqij distirê, gulên reng a rengi ku li hevkirî, berfa sipî ku li serên çîya, qîşên di rengê bronz de, gihaya ku rengê şîn ê tarî erd wek xlîçê xemilandîye,mirov dibêje qey ev Tehtên mezin xususî ji bo parastina vê xaliça ji gihayê ye ku nehêle ba bi ber xwe ve bibe.Ev giha ciwan ku ku ji jorde ji serê qîş de heta ku digheje erdê mirov dive çawa ew giha weha li ser qîş di kare xwe bigre, Tiştên balkêş ev darên rast ku wek hevin. Wer ciwane Kurdistana Iraqê.

Makîna me di rêyek pir teng de dihere em di Kevin gelîkî pir teng kû dirêjaya wê 12 km (kêlometre) ye jê re dibêjin geliyê Elê Beg. Rêya çar alî: aliyê rastê Rewanduz, aliyê çepê Diana, u rast (direk) Hecî Umran, heta hudûdê Îrane. Em rast (direkt) çûn qerekola ordiya Iraqe a dawi erebe berda. Ji vir peve tu esker an kardestên hukûmeta Iraqê nîne. Vê  heremê hêzên Kurdi ên Melle mustefa Barzanî kontrol dikin.

Makênak Wilis bi 3 çekdaran em pêşewazi kirin, endamê komita navendî partî Demokratî Kurdistan Samî, yek ji li ser nave barzanî û şufêrê makînê. Me silav li hev kir û makêna wilyes da pêşîyê ji bo rêbertîye. Piştre di rêya xaçrêkande û di nav teht û qişan de, bi rêv de Sami ji minre got li vê derê çend pêşmerga (Şervanên Kurd vî navî li xwe dikin) ”Berê xwe dan mirinê” û li hember Alayek iraqî şer krin û ew dan sekinandin.

Barzanî pêşewaziya min bi du Kurên xwe – Idris û Mesud ve kir. Mesudê 17 salî, wê demê berpirsê radio bû. Min bi xwe re ji bo zarokên Barzanî du seetên me yên destan Palyot wek diyari biribû , le dema min di destê wan de seetên rolex dit ez hinki şaş bûm. Melle Mustefa Barzanî ez bi gelek kêfxweşî pêşewazî kirim. Derhal em dewetî xanîkî ji axê kirin, li wir sobak ku li ser tekeran ku ezing tede dişewitîn û paçek bi tawana xani ve li ser pehnaye giredabun ji ber ku xani dilop dikirin, li derve ji berf û baran bi hevre dibariyan, di nav re carna şiva xwe li wî paçî di xist ji bo ku ava dilopan tekeve bidone danubun bin paç.

Li erdê Xalîçe hebû û xwarin danibû. Bi mere herdu serbazen Iraqi ji runiştibûn, yekî ji wan li min û Barzanî guhdar dikir sohbeta me bi zimanê Rusî bû .Lê min ji Samî re gotibû ku ji Barzanî re beje yek ji van serbazana bi Rusi dizani, ji bo wê jî sohbeta me bi zaneyî bu. Barzanî ji min re got ‘Li Bagdade tev diz u pêxwas in (eyn weha got), lê yek mirove baş u rast heye ew ji wezêre parastinê ye”. Bê guman ev gotin hemû ji bo birê wezîrê parastinê ê ku li cem me runiştibu.

Hevdîtina me ya esasî dema nivê şevê, du kesên çekdar ku ez ji xew rakirim û birim xanî kî din. Barzanî ez hembêz kirim û got ”Yekîtîya Sovyet- Bavê min e”. Barzanî got, ew bi pêşneyara îtîfaqê a Yekîtîya Sovyetê a aşîtîyê re ye, lê bawerîyê bi Bagdadê nine, li Bagdadê extrîmîst bi xurtî li hember îtîfaqa li hevhatinê a ku hukûmetê bi kurdan re kîrîye disekinin. Her weha berdewam kir û got; Her dem tirsa me a ji şer, nahêle em bala xwe bidin ser xweşkirina jiyana xelkê (Min bi xwe dit çawa Kurd dijîn ,malê wan behtir li ber çîyanin, xanîyê wan ji herîyê û keviranin , herdem ser xanî gundor digerînin ji bo xanî dilopa neke. Elektrîk tuneye, di malê de lampak gazê û hesirek li ser erdê ax heye)a Begdad naxwaze alikarîyê bike ,tevî ku Begdadê soz dabûn alîkarîye bikin.

Li ser pirsa min a ku têkilîyên we bi Îranê re hene-li cem me ispat hebu ku Barzanî bi dizî çûbû cem şah- bê teredut û vekirî bersîv da ”Ez naxwazim veşêrim ma ez çi bikim dema yek derî tenê ji min re heye kû ez karibim bi dinyayêre bidim û bistînim ew jî deryê Îranê ye Ji bo min a herî grîng bersîva Barzanî a li ser pirsa min ”Hûn çawa duwahatina Kurd dibînin, hun dizanin ku gotin hene ku Kurd dixwazin ji Iraqê veqetin ”

– Evêya dujminê aşîtîyê ên li ser axa Iraq di derheqê me de wer difikirin. Heta hukûmeta Iraqê bi xwe ji me re bê veqetin em venaqetin .Ev welatê me ye. Lê Kurd dive xwedî hemû maf bin, wek Ereban. Hemu şer li ser vêya ye.

Di sohbeta min û Samî de min fêm kir ku berya em bên wir bi çend rojan pêşmergeyek kiribûn hepsa partîzanî- xanîkî ku deryê we girti ku çekdar diparêzin. Wî gotinên dijê Ereban gotibu – Samî got. – di gotina wî de (pêşmergê girti werger) tiştên rasîzmê hebûn. Em rê nadin tu kesî ku cewherê tekoşîna me biguhere.

Kurê Barzanî Îdrîs ji min re got hêzên ordiya Serhiladanê esas ji Kurdan pek te li di nav me de Asurî û Ermenî jî hene.Yek ji amirhêzê şoreşê Ereb e, amir hêzê batalyona Komunîsta ye. Ev batalyon ji endamên partîya Komunîst a Iraqe ji Kurd û Ereban pek hatîye di sala 1963 de ew ji ber hukumeta Iraqe hatibûn Başur.

Karê min Dewam Dike 

Çûna min a duda bakurê Iraqê piştî guhertina hukum li Begdad ê di wextek kinde çêbu. Hevditina min a bi Barzanî re dida redan ku hêviyek pir bi çûk bi Barzanî re çêbûye, ku berpirsên hukumeta Iraqe yê nuh we bala xwe ji ê kevn bêtir bidin çaresrîya pirsa Kurd- ji ber ku pisti îtifaqa bi Arif re cih cih şer berdewam bu. Duwarojê çawa be? Ev pirs di hevditinê min a bi serokê Kurd re pirsek grîng bu. Barzanî û hevalên wi ji rewşa heyî a tevayî û rewşa hundirê tevgera Kurdî ne rehet (qeleq) bun. Di vê demê de hêzên pêşmerge ne tenê şerê ordîya Iraqe dikirin, her weha şerkî berfireh bi hêzên çekdar ên Celal Talabani re ji dikirin. Barzanî bi nefret ew bi cehş (di zimanê Kurdî de yanî Ker) nav dikirin. Begdadê bi zanebun Perçebûna di tevgera Kurdi de bi kar di anî, gelek caran bi destên xerîb kar dianî.

Mosko biryar da ku çûna rojnamevanê Pravda a kurdistana Iraqê divê berdewam be. Di dema kin a peşîya me de we rewşa Iraq ê bi Ereb û Kurdê wê ve çawa be?- ji bo pirsek weha ne rehet cara duda ez çûm bakurê Iraq herema Kurd. We care Makînê Eskort (qesda wî makînê hukumeta Iraqê ne. Werger) bi min re tunebun, makînak bi şuforekî-Kurd hat devê otela ez lê bum û ji wir me berê xwe da bakur. Di rê de min bala xwe da der dorê, hertişt hatibu guhertin li gor dawîya 1966. Edî mirov dikare bêje zivistan nemaye, tavê dabu serê çîyan û qîşan û ji wê mirov rengê şînekî vekirî û zerê vekirî di dît.Tiştê zivistan di anî bira mirov bes ava wek buzê cemidî ku di geliyan de di herikî de bu. Makîna me Landrover di wextek kinda ji alîkî çem derbasî alîye din bu, sureeta makîne bes di viraca û li ser pirên dirêj kem dikir. Şofêr geleki aram (sakin) bu, di destpeka gelî de em berdan ,meena we ji hember makîne nayên.

Şufêr – xortekî dirêj li hev, Kurd bû porî wî reş bu le çavên wi şîn bu makîne baş dajot. Wî dirksonê makîne baş girtibu û ji alîkî din de jî pêre çekek (silehek) bi jarjora ve hebu. Em birin bakur pêşmerge, şervane ji hêzên Mele Mustefa Barzanî bu.

Min hefteyek gelek xwoş derbas kir.Min hev ditin bi Bazanî û zarokên wî her weha bi endamen komîta nawendî a PDK û bi gelek pêşmerga re kir. Hema bi yek dengî li ser riyen careserîya pirsa Kurd disekinin û dixwestin pirsa ku bû ye sebebê hezaran kustin û perişanî ya xelkên Iraqê çareser bibe.Heger her du çûnê min ê pêşî bes ji bo naskirin û rojnamevanî bu lê çûnê min ê paşê êdî wek ji bo navbençîtîyê bû.

Berya çûna xwe ya sisyan li Begdadê min hevditin bi Sedam Husên re kir, ewê ku di hukûmeta Iraqê de bûbû berpirsyarê têkilîyen bi Kurda re. Hîn berî ku mewqifê xwe diyar bike Sedam pirsa Kurdi wek derencakê ji bo karibe di hukumde bilnd bibe didît. Evêya rewşeke ne xerab ava dikir ji bo ku Kurd bi karibin atonomiya kamil di hundirê Iraq de bi dest xin. Ev her weha fikra balyozê Sovyetê ê begdayê F.N. Fedotov jî bu. Di hevdîtinê de Sadam mewqifê ku kare bi Kurda re li hev bike diyar kir û ji min re got tu dikare ji Barzanî re bêjî ez amade me gelek tiştan bikim ji bo kû tekilîyên Ereban û Kurdan bighêje dereca li hevhatinê.

Di hevditina min a bi Sedam Husen re a ku 23 .01.1970 de, Sedam behsa lazimbûna dan û stendinê bi ”brayen ku di bin serokatîya Barzani dene”,”ji bo garantiya atonomî ya heqîqî ji Kurdan re”. Lê bê bawerî ya çêbuye dikare bibe asteng li peşîya vê prosesê. Lê Sedam got, tişten di demên derbasbûyîde çêbun berpirsîyarê wê bi temamî ne partîya Bees û ne jî Barzanî ye. Lê belê xwîn hate rijandin, ji bo em bi karibin bawerîyê di navbêna xwe de ava bikin, dive nêta baş û em karibin şexs u grûpên xwedî mewqifê exstrîmîstin bi sekinînin, ev şexs û grûp di herdu alîyan de jî hene.Ev tiştanê han hêvî didan û ji alîkî din dihîşt ku li hember Sedam mewqifekî pozîtîf be stendin, her weha Sedam got ez dixwazim tu dem dem karibe biçe Kurdîstan.

Mirov dikareê bêje ji 1966 heta 1970 yekemîn berpirsyarê Soyetê bûm ku min Barzanî dem dem didît. Havîna ez li holika dijîyam û zivistana ez li xaniyen ji kevir û axê dijîyam. Her weha Viktor Viktorovîç Pasûvalyûk û Oleg Gerasîmovîç Peresîpkîn jî li gel min bun, lê berpirsyarî li ser milê rojnamevanê Pravda bu. Me hemû tişt dikirin ku em Hukûmeta Iraqê û Kurda nêzî hev bikin, ji bo em karibin tesîrê li Barzanî bikin Samî (navê eslî Mihemd Mehmud Evdirehman)û Mehmûd Osman ku bi navê Doktor Mehmud tê nas kirin gelek bun alikar Mehmud Osman bi rastî doktor bu xwendina tip xelas kiribu u di bu alikar ji nexweşa re, henek dikir di got işareta min a rojçêbûnê derzî u tifing e.

Yek ji wan kesê ku di nezîkbuna herdu terefan de rolek pozîtîf lîst,mirovê mutewazî, zana u sempatik ,xwedîye xelata Lenîn a aşîtîyê Ezîz Şerîf bû. Di vê demê de ew ji mihacirtiyê vegeryabû u bûbû endamê Hukûmetê. Ez difikirm bi insîyatîva Sedam dawîya sala 1969 Ezîz Serîf Kurdistan ziyaret kir. Piştî wî bi demek hindik ez dîsa çûm Kurdîstanê. Ev dem tam dema ku êdî qedera itfaqê li ber îmzekirinê bu. Breya çûna me bi tiştekî hindik delgasyonek ji Begdadê hatibû Kurdîstanê û li ser hinek nuqte li hev kiribûn. A herî muhîm wek prensîp li ser Otonomî li hev kribun, lê hin wê Kurd çawa di hukêmeta Begdadê, di Ordîya Iraqê de, cîh bigrin hin ne gihêştibûn îtîfaqekê, pirsa duwaroja Kerkûkê, Pêşmerga û tarîxa ilana Otonmî vekirî hîştibûn. Barzanî, Ezîz Şerîf û ez me navroj dixwar û me hersîya şûşak konyaka Îranî vexwar, Barzanî gelek rehet û vekirî di peyivî û qedehek konyak hilda ji bo xelkê Rusî û yekitîya Sovyet vexwar. Vekirê digot li ser Tawsîye (gotina) Yekitîya Sovyet min bi Begdadê re dest bi dan û stendina kir, yek ji wan tawsîyan wî digot eve ”qebulkirina dan û sten din bi xwe wê mewqifê Kurda û PDK xurt bike”.

Piştî navrojê sohbeta min bi Doktor Mehmud re ji ber ku doktor Mehmud serokê delegasyona Kurda ji bo dan û stendin bi Begdaye re bû ,û bi Ezîz Şerîf re ji ber ku ez û wi di xanîkî de diman û bi gelek Kurdên dî ê min ew baş nas dikirin dewam kir. Min fem kir ku ev kar ne weha rehet e. Ez û Ezîz Şerîf wek hev difikirîn, me digot lazime kurd nuha di pirsen hin ne hatine helkirinde israre nekin a muhîm dan û stendin dewam bikin û ji bo veya jî delegasyonek xwe bişînin Begdad, ev pêşneyara me hate qebul kirin û li Begdadê min delegasyona Kurda li sefareta me (sefareta Sovyet.werger) peşewazî kir. Pir xerîb bu ku dema min Îdrîs, Mesud, Doktor Mehmud u Samî bi takimî kinca û kravat dit(qesda wî eve kû wî herdem ew bi kincên pêşmerga ve ditibû.werger) ev di 6 sibatê sala 1970. de bû. 14 mehê me dîsa hev du li sefareta Sovyetî a begdadê dit. Di vê nabenê de di dan û stendinan de li ser hinek xalan îtîfaq hatibû kirin, bê guman di îtifaqê de tesîra me li ser herdu alîya jî hebû. Li ser pirsa Kerkûkê Kurda kompremisek weha qebûl kirin ku Kerkûkê we bi ser herema Kurdistanê vebe lê petrola we we di destê hukûmeta merkezî debe.

11 adarê 1970 de reîsê cumhûrê Iraqe Bekir di radîo û televîzyona Begdayê de deklerasyone (beyana) aşîtîyê a ku mafê Kurda ê otonomîya netewî di çarçewa Iraqê de nas dike, xwend. Miletê Kurd wek Ereban bun yek ji milletê Iraqê yî esasî, wekîle reîscumhûr dive Kurd be, di hukumeta Begdayê de 5 wezîr we Kurd bin. Ev hemu cara pêşin di dîroke de dibin.

Dokûmenta kû navê we programa 11 adarê 1970 li tevaya Iraqe bi kêfxweşî hate qebul kirin, bi hezaran Kurd li dora Kerkûkê agir dadidan û kef dikirin. Roja îlana sekinandina şer ji li bakure iraqe bi Kurdan re, di mitinga li meydana El tehrir li Begdayê ji însana te ax bavêta erdê li erdê ne diket. Li kêleka reîscumhûrê Iraqe A.Bekir, zarên Barzanî Îdrîs, Mesûd û Doktor Mehmud hebûn.

Lê pir heyf pîştî demekê têkilî bi Begdayê re disa xera bûn û dîsa ji nuhde şer dest pe kir.

Xatir ji Kurdistanê xwestin 

Di rewşek weha de seferek min a Bakurê Iraqe din jî çêbû. Berya wê 22.01.1973 li Begdadê min Sedam Husên dit û wî bi israr di xwest ez Barzanî bivînim. Sedam digot ew dikare xelet te bighe ku tu 3 sale li Begdayê ye û naçe wir, em naxwazin Barzanî şaş te bighe ku Yekitiya Sovyet edî wi muhim nabine, em gelek qîmet didin vî kare Yekitîya Sovyetê ku tesîrek pozîtîf li ser Barzanî dike. Sadam got, ez nuha emir didim ku teyarek te bibe heta Kerkukê û helîkopterek ji te ji Kerkûkê bibe heta Rewandûzê.

Ez vegerim dokumentê xwe .Li Rewandûzê berf heta çongê ye. Makînak ku şofêrê wê Kurd hate heta orta Alayek ordiya Iraqe em ji wir sar kirin , ev naye wê mehnê ku orta kurda û hukumeta Begdaye xweş e, bileks. Em hatin qereqola pêşî a pêşmerga , wek demen berê dema orta wan ne xweş bu kontrol dikirin. Em gihan cihekî ne pir mezin çûn mala Îdrîs û mesûd. Mirov his dikir ku Îdrîs qeleqe(acize.werger)bi teybetî dema Barzanî hat ev bêtir eşkere bû ez û Barzanî çend seeta bi Rusî bi hevre di peyivîn Îdrîs Rusî tê ne digihîşt , dema Îdrîs got,” tu îspat tuneye kû hukumeta Iraqê nîyeta wê ya itîfaqe pek bine heye” ji minre ev gotin ne pir xerîb bû ji ber kû cihetekî emîn ji min re got ku hemû tekilîyên bi Îranê re di rîya Îdrîs de tê kirin.

Bi ya min du tiştên ku di navbera Barzanî û Sedam Husên de ku Barzanî sexsî aciz dikir hebun. Ya pêşî Melle Mustefa bi xwe ji min re got. Grupek Şêx hatin cem wî, wî pêşewazîya wan li bin kon kir, yek ji wan şêxan rica kir ku gotinê wan li teypek portatîf qeyd bike ew teyp dor çend kîlogram bû di we teypê de bombe hebu, şufêre otobusê ku muxaberatê Iraqe bu di otubose de rûniştibû û dema ê şêx teyp derxist wî ji otobusê ew teyp bi taqandin da di we demê de yek ji pêşmergan xwe nizm kiribû ku kehwe bide barzanî di esnayê teqandine de ew ji Barzanî re bu sîper û hat kuştin. Barzanî dewam kir û got ehmeqê parêzgerê min hemû şêx u şofêrê otobusê kuştin. me nikaribu êdî tehqîqa ve buyerê bikin, lê ez bawer im Sedam Husên ev kir.

Tiştê duda bi kurê wî yê mezin Ubeydulah ve grêdayî ye. Hin di hevditina min ya pêşî bi Barzanî re Barzanî ji min re got ku wî Ubeydulah girtîye û difikire wî bikujin, ji ber ku wî rê ya meyî ku em alikariya madî jê werdigrin ji dujmin re vekirîye. Min jê re got, belkî Ubedulah ev ne ji dujmunatîyeke kiriye ji şaşîtî kiriye .Nizanim gotina min tesîr li barzanî kir, le Ubedulah ne hat kuştin û ji ber nexweşîya wî ya apenditsîte îzin danê ku biçe Begdadê û Ubedulah ji Begdadê venegerîya, her çuqas çend caran ji Begdadê ew xwestin jî lê hemu caran tu bersîv ji Begdadê nehat. Min di derheqê Ubedulah ji Tariq Ezîz pirsî ,wî ji min re got ” me gelek caran ji Barzanî soza ku wê Ubedulah ne kuje xwest le Barzanî ev soz tu caran neda me .Min fêm kir ku lazime em mesella Ubedulah nekin bazar e, Ubedulah kurê wî ye û ew ji serok eşîre”.

Di vê demê de tiştê herî Begdad û heta vê dawîyê yên me jî ne rehet dikir xurt buna tekilîyên Barzanî û Şahê Îranê ku Emerîkî li pişt wî bun. Me informasîyon ji cihê emîn girt kû hin kes li ser navê Barzanî çûne Tel ebîb (Îsraîl.werger).Îsraîl dixwest problema Kurdî li dijî dujminê xwe Iraqê bi kar bîne, hinek pere dan Kurdan, le ne gelek pere bû. Pirsa min ya raste rast ji Barzanî re a ku li ser tekilîyên wan bi Şahê Îranê re, wî bersîv da min ji bo nan min li derîkî xist nan nedan min (qesada Barzanî Iraqe.Y.P) ma ez ji birçîna bimrama?, min li derîkî din xist. Ma kî gunehkar e- ez ya ê kû nan ne da min?. Barzanî înkar ne ikir kû sîlehan ji Îranê verdigre, digot em dest bi şer nakin lê lazime em amade bin ji paraztine re.

Wê roje bi Barzanî re heta derngê şevê em rûniştin. Piştre ew bi çend makîna ve ku paraztina wî dikirin çû , û ez û Doktor Mehmûd gihan hev û wî (Doktor Mehmûd.werger) ji minre rica kir ku em tesîrê li Barzanî bikin ji bo disa nezî Iraqe bibe, em bi du parêzgehan re digerîyan, lingê me di berfê de wenda dibû.Em vegerîyan razên, yek ji parêzgeha sobe dadida, jibo ku me ne pir germ be carna pace vedikir.le her gav ez ji serma ji xew şîyar dibûm, tevi ez bi kincen hirî en sporte ve radizam.

Dewleta yekgirtî a Emerîka dikare hesaba li ser bikaranîna faktora kurda bike?

Di sala 1975 de disa şer di navbera Kurda û hukûmeta Iraqê de dest pê kir. Berya vê bi salekê di 1974 de Begdadê kanûna numra 33 a ku avakirina otonomîya Kurda qebul kir. Ev qanûn bi Barzanî ne xweş bû ji ber ku heta ve demê ji li Kerkûkê Kurd mecbr dikirin ji kerkûkê derkevin û şûna wan ereb dianîn. Ev şerê dest pê kir ne şerekî ku Kurda di xwestin ji Iraqê veqetin. Hêvîya kû hîn bi karibin bi Kurda re li hev bikin mabû, ji ber kû Kurda tu xebateke ku ji Iraqê veketin ne dikirin, heta di şerê Iraq û Îranê de ku tevî ji alî Hukumeta Iraqê ve silehê kîmyawî jî li wan hat xistin nêtek wana ku ji Iraqê veqetin çênebû.

Kudên Iraqê tu carî ji Iraqê veqetandin ji xwere nekirin kar, heta di demên ku hukumeta Iraqê pir zeîf bu ku nikarî bû şerê kurdan bikijî kurdan pirsek weha ku ji Iraqê veqetin neanîn rojewê. Ev di demen şerê Kendavê de dema Iraq bi ser neket an dema Iraqê hêzên xwe li Başurê Iraq ku li diji serhildana şîîa bi kar anîn. Kurda di we demê de kontrol li ser hemû heremên ku lê dijin kirin, wek Mûsil, Erbîl, Sulêmanî u heta demekî Kerkûk jî. Pirsa veqetandinê piştî 1991 ji ne hat rojewê, dema ku Konseya Ewlekarîyê ya yekîtîya miletan a biryara ”herema ewlekarîyê”a di paralela 36 a bakur ji vê heremê hemû ordîya iraqê vekşîya. Pişti van tiştan hilbijartin ji meclîsa netewî çêbû u Hukûmet ava bû. Ev tişt hemu di bin şîara ku Kurd ji Iraqe venaqtin û ji ”Kurdistanêre otonom’ya kamil”. Ve xeta weha a tevgera Kurdî him ji alî Yekîtîya Sovyetî piştgirî didît û him jî ji alî Federasyona Rusyayê jî. Ji ber ku ew texmin dikin kû wêhilweşandina Iraqê çi tişten negatîv ji bo rojhilata navîn bi xwe ra bîne.

Lê piştî şerê Amerîka li dijî Iraqe ê sala 2003 di tevgera Kurdî de fikrên cuda bûnê xurt bûn. Waşîngton bi du tiştên zehmet re hat beramberî hev. ya we piştgirîya cuda bûna Kurdan bike, Iraqê bine rayê u perçe bike. An ji wek ku Emerîka nuha we dixwaze Kurdistana Iraqê di nav Iraqê de bihêle û bi piştgiriya Kurdan interesên xwe bi parêze. Ji ber ku Piştgiriya avakirina dewletk Kurdî dikare bibe nakokîyek cidî di navbera Emerîka u hevalbendê we yî NATO Turkiyeyê de.

Piştî salên 1965 di tevgera Kurdî de pêşî xîlaf paşê jî perçebûn çêbû. Hîn dema hevdîtina min ya pêşî li Kurdistana, sekretarê PDK Hebîb ji min re got Celal Talabanî (reîscumhûrê Iraqe yê nuha) û hevalîn wî ji partîye hatine avêtin, ji ber karên wan yên xerab”. Piştî ” programa 11 adarê 1970”, Talabanî rêxistina xwe fesix kir û vegeriya nav PDK.

Serhildana Kurda a li dijî kanûna Numra 33 ji alîyê Begdadê ve hatê rûxandin.Barzanî çû Îran piştre çu Dewletên Yekgirtî ên Emrîka u di sala 1979 de li Emerîka vefat kir.Û Talabanî ji nuh de disa ji PDK veqetîya.

Piştî salên 1975 Li Kurdîstanê du Hêz hebun- PDK bi serokatîya Kurê Barzanî Mesud û Yekîtîya Niştimanî Kurdîstan a ku Celal Talabanî avakiribû. Heta salên 1995 tu nêzîkayî di navbera van herdu hêzan de çênebû, tevî ku mirov digot wê Şerê Iraq û Îrane wê herdu hêza nezî hev bike. Hîn di destpêka salên 1980 de di navbera Hêzên PDK a Barzanî û YNK a Talabanî şerên xurt hebû . Bes piştî zeîfbuna wan a li hember ordîya Iraqe herdu hêzan dest bi dan û stendinê kirin u di sala 1992 de palementok ku 50+50 li hev payê kirin û hukûmetek koalîsyon avakirin, lê vêya dijberîya herdu alîyan nesekinand.

Heta Dewetîya Emerîkaye a ku di sala 1998 de ji Mesud Barzanî u Celal Talabanîre şandin û li Emerîkayê itifaqek di navbera herdu hêzan de avkirin ji nebu alikar ji dijberîya herdu hêzan. Emerîka di xwest ku Kurdistan xurt be ji bo balansa li hember Begdadê. Heta sala 2002 fiilî li Kurdistanê du hukûmet hebûn, Bes di dawîya 2002 de berya ku hêzên Emerîkî dest bi operayona li diji Iraqê bike, hukûmetek yekgirtî ava bu.Tevî ku Kurda di operasyona Emerkayê a li dijî Iraqe piştgiriya Emerîkayê kirin jî lê Mesud jî û Talabanî jî di beyanê xwe de ê di derheqê operasyonêde bi hezir bûn.

Pêşmeraga cîh cîh bi hêzên Emerîkîre tevî operasyonên li dijî ordîya Iraqe dibûn. Di adara 2004 de li bajarê Selhedîn herdu hêzen Kurd konferansek li hevhatinê li dar xistin.Kurd bûn hêza esasî ji bo Emerîka ku bikaribin hukûmeta muweqet li Begdadê ava bikin û avakirina yasa ya Iraqê pêkbînin. Di dawî de li hev kirin ku Celal Talabanî bû reîscumhûrê Iraqê û Mesûd Barzanî bû serokê herema Kurdîstan. Lê ev hemu hîn ne dîyare ku we pirsa Kurd li Iraqê û siyaseta ku Emerîkîya kurd ji xwe re kirine esas li iraqe wê çawa be. Bi teybetî piştî ku Emerîkî hêzên xwe ji Iraqê vekşîne. Barzanî hin wek berê kontrola heremên çîya bajarê Erbîl û Dihok dikin û Talabanî kontrola deştê- Sulêmanîyê dikin. Hîn di rastî de yekîtîya hêzên çekdarên Kurd çênebûye, di konrola Barzanî de dor 15 hezar şervan û dor 30 hezar jî çekdarên ji Eşîren Kurd pêk tê, Ê Talabanî hinek kêmtir e. Di hilbijartinên parlemento ya Iraqê a sala 2005 de Yekîtîya Demokratîk a niştimanîya Kurdîstan betir taktîkî bû ji bo bikaribin di parlementoya Iraqê de 76 cih vergrin. Nuha gelek Erebên ku di dema rejîma berêde anîbun Kerkûkê gelek ji wan ya wan derdixin an ji ew bi xwe ji Kerkûkê derdiçin. Heta nuha hin kesekî ji wan (Kurda.werger) ku Kerkûk paytextê Kurdistana Iraqêye ji bîr nekirine.

Di destpêka sala 2004 de Kurda referandûmek çêkirin ji bo serxwebûna Kurdistan û milyonu hefsedhezar imze topkirin û ji neteweyen yekgirtîre şandin. Rola kurda a di rejîma Iraqê yî îroj de bi Ereban ne xwoş e û ya paşî , bawer nakim ku di demek nêzîk de tu kes bi karibe problemên ku xwedî tarixek direj ê hundur Kurdistane û problemn Kurdistanê ên bi merkeza Iraqê re hel bike.

 

 

 

Back to top button