Konferans:Rojhilata Navîn û demokrasî
KONFERANS
Rojhilata Navîn û Demokrasî
Rewşa îro li Suriyê û hesta Kurdan
12 Adar 2012, Saet 13.30 – 16.30
Congreszaal (Huis der Parlementsleden)
Leuvenseweg, 21 – 1009 Brussel
Di 12ê Adara 2012 de komkujiyek li Qamişlo pêk hat. Polîs û leşker, bi hêzên faşîst re, 30 hemwelatî kuşt, 160 birîndar bûn, bi hezaran kes hate girtin û bûne sedema bi milyonan Euro zerera mal ji xelkê Kurd re.
Îro, 8 sal paş komkujiya Qamişlo, di dema xwepêşandan pêk tên gelek meriv têne birîndarkirin û kuştin. Roj nîne ku kuştina dehan kesan nabe û zor û zilma leşker bi awayekî sîstematîk e. Ji sedema vê şiddeta rejîmê temamiya herêmê di bin tengasiyeke dijwar de ye. Rews zêde xerab e.
Bi minasebeta bibîranîna komkujiya Qamişlo, em konferansekê di nava avahiya Senatoya Beljîka de amade dikin. Rewşa îroyîn ya Suriyê û Roşilata Navîn ewê were axaftin.
Bi beşdariya we ji bo vê konferansê emê şah bibin..
Moderator: Piet De Bruyn, Senator (N-VA), “Vlaanderen û Kurd”: Flaman çi rolî dikarin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bilîzin?
Dr. Xalit ISA, dîrokzan, Rojhilata Navîn û demokrasî
Mr. şeruan HASSAN, Berpirsiyarê tevgera Kurdî li Hollanda, Rewşa îroyîn li Suriyê û tewra Kurdan
Ludo De BRABANDER, Rojnamevan, mutehasisê Rojhilata Navîn, Xetera êrîşeke leşkerî ji derve
Pirs û bersiv, nêrîn bi beşdaran re.
Cî: Congreszaal (Huis der Parlementsleden), Leuvenseweg 21 – 1009 Brussel
Amadekarî: Piet De Bruyn, senator (N-VA)
Bi alîkariya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) – Enstituya Kurdî ya Brukselê
Xwe nivîsîn ji bo beşdariyê şert e:
[email protected], [email protected] yan info@kurdişinstitute.be