Civak

Konferans li ser kurdên Surîyê

Konferans bi axaftina vekirinê ji alîyê Serokê Komkarê Kovan Amedî u ji bo rêzgirtina Sehîdê Kurdistan u sehîdên sînema Amudê ku kete 50 salya xwe hate vekirin.
Dr.Sîdo pêsî, bi danasîna rêxistina xwe u bi agahîyên kar u xebatên xwe dest bi axaftina xwe kir.
Pistre rewsa Suryê u bi taybetî ya kurdan, tehde u binpêkirina mafên mirovan, bi awayek kongret bi cend xalan ji besdarvanan re da xuyakirin.
Bi gelenperî rewsa Suryê
Di zindanan da îskencê giran yên fîzîkî u piskolojîk heye.Bi iskencê gelek kes hatine kustin.Navên kesin kustî di dest me de hene.
Li surîyê qewimên kustinên qatilên wan nedîyar tên kirin
Rejîma surîyê destên xwe dike nav karê hundir yê Lübnanê u li wira alozîyê derdixe u tevlihevîyê dike
Li ser tevkujîya Hema yê hîna tu tist nehatye dîyarîkirin
Ji bona  li Iraqê u bi taybetî li Kurdistana basur alozyê derxe pistgîrî u alîkarîya terorîstên Sunî dike u sînorên xwe ji wan re vedike
Li Surî nêzîk 1.200.000 Xacperez u 30.000 cihu hene,ew jî di bin dehtayek sîstematîk de ne

Rewsa Kurdan li Suryê

Kêmanî 2 milyon kurd li Suryê hene.Di nava wan de ji 5.000 heta deh 10.000 yezîdîne.Kurdên yezîdî du caran tehdê dibînin; carek ji bo ola xwe u carekê jibo netewaya xwe.
2 gundên Kurdên Elewî hene hejmaran wan nêzîk 1000 kesî ye
Rewsa kurda berê hinek bastir bu,hin komelên wanî candî u civakî hebun.lê di demên dawî de ew jî rakirin.
Di zagonên dewletê de ne di warên zimên u ne di warê candî de tistekî fermî ji bo kurdan tune ye.
Di sala 1960 de pênasên 120.000 kurdan ji wan hate sitandin u bîyanî hatin nivîsandin ,naha hejmara wan nêzîk 300.000 rî ye.Dema Bisar Esed hate ser hukum sozda ku,wan kesan dîsa bike hemwelatî lê heta niha soza xwe neanîye cî.
Ev kesan rewsa wan xirabe nikarin di karê dewletê de kar bikin u ji tu tistekî dewletê fêdê nagrin.
Navên gund,bajar,dest u cîya yên kurdan guhertine navên erebî li wan kirine
Di zîndanên Surî de bi hezaran girtîyên sîyasî yên kurd hene.Ji vana navên 1000 kesî di dest me de heye.
Di vê dema dawî de nêzîkî 40 kurd li leskeryê hatine kustin.Li ser lasê wan derbê îskencê hatine dîtin,lê heta niha dewletê tu lêkolîn li ser kustina wan nekirî ye.
Dr.Sîdo di dawîya axaftina xwe de bang li dewleta Elman kir u got;Alîkarî u dan u standinê we bi Surî re, divê bi mafên mirovan u ya kêmnetewên li surî  re girêdayîbin.
Banga hevkarî yê li rêxistin u sazîyên kurdan kir u got hevkarîya we, wê barê me siviktir  u wê azadya me nêzîktir bike.
Lezgin Sêxo

Konferans bi pirs,bersiv , bi hinek gazin u rexnan u sipasîya li herdu rêxistinan bi awayek serkeftî bi dawî hat.

Lezgîn Sêxo

Back to top button