Mona dev ji kar berda
Mona Sahlin seroka partiya sosyal demokratên Swêd ji serokatiya Partiyê îstifa kir û dest ji karê serokatiyê kişand. Wek tê zanîn di hilbijartinên meha Îlonê li Swêd çêbûyîn partiya sosyal demokrat ji sed salan hir ve dengên herî kêm anîn û bi awayekî mirov dikare bêje hilweşiyan.
Li ser vê kêmkirina partiyê gelek gengeşe hatin kirin û roja encamên hilbijartina eşkere bûyîn seroka Partiyê Mona Sahlin, ragihand ku, ewê li ser karê bimîne û xebatê bike ku partiya xwe ji vê kêmasiyê rizgar bike. Lê dixweyê wek daxwaziya wê çênebû. Sahlîn xwe ji karê serokatiya partiyê dûr xist.
Di gotara xwe de Mona Sahlin dibêje : Ez jinekim. Ez ji 120 salan hirve jina yekeminim ku bûm seroka partiya sosyal demokrat. Hinekan ev yek bilind nirxandin û hinekan jî ev yek ne erênî şirove kirin. Lê ne ev yek bû sedem ku min destê xwe ji kar kişand.
Herweha Mona sahlîn xwe amade dike ku dev ji endametiya parlementoyê jî berdê. Wek tê zanin di meha gulan a2011-ê kongreyê giştî yê partiyê heye û dê Sahlin di vê kongreyê de helwesta xwe li himber partiyê diyar bike.