Civak

Cejna Qurbanê û serketina pirosesa siyasî pîroz kir

Bi minasebeta hatina cejna Qurbana pîroz û serkeftina pirosesa siyasî li Îraqê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî gelên Îraq û Kurdistanê kir:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Bi minasebeta cejna qurbana pîroz, herwesa bi minasebta serkeftina pirosesa siyasiya Îraqê û pêkanîna hikûmeteke hevbeşa rasteqîne, ez ciwantirîn pîrozbahiya pêşkeşî xelkê Kurdistanê, malbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyê mêrxas û hemû hizib û aliyên siyasiyên Kurdistanê, Îraqê û hemû misilmanên cîhanê dikim. Bi taybetî ez pêrozbahiyê li heciyên Kurdistan û Îraqê ku, nuha li mala Xweda û li mezarê pîrozê Pêxemberê me yê mezin (silavên Xweda li ser bin) merasimên hecê bicî dikin, dikim.

Hêvîdar im hemû rojên gelê me her şadî, xweşî û cejin bin û cejna îsal jî bibe sedemê xêr û bereketê bo hemê aliyan û aşitî û bextewerî bo hemû gelên Îraqa federal be.

Ez îro bi serkeftina pirosesa siyasiya Îraqê kêfxweş im û hêvîdar im ev serkeftine bibe destpêkek bo binyatdanan Îraqa nû ya dûr ji şidetê û hemû gelên Îraqê, bê cudahiyên netewî û tayîfî, bi mafên xwe şad bibin û amniyeta welêt jî bi awayekî timam bicih bibe, Kurdistan jî bikeve di qonaxeke din ya avadanî û mokimkirina canê biratiyê, yekrêziyê û pêkvejiyana bi aşitî ku îro ew bûye hêvênê jiyana serdemiyan e.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
15.11.2010

Back to top button