Dosya

Kompaniya patrolê MOL bîreke neftê li Akrê dît

Kompaniya patrolê MOL ya hingarî li gundê Bîcîlê ser bi devera Akrê ve  bîreke neftê dît ku dikare 2700 bemîlên neftê di rojekê de berhem bîne.

Kompaniya Mol ku kompaniyayeke patrol û enerjiyê a Hingariyayê ye û demeke li devera Akirê li başûrê Kurdistanê li neftê diger, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wê bîreke neftê li gundê Bîvîlê ser bi devera Akrê ve bîreke neftê dîtiye û ew bîra neftê dikare 2700 bermîlên neftê di rojekê de berhem bîne.

Kompaniya MOL di daxiyaniya xwe de dibêje ku qonaxa yekem ya lêgerîna neftê bidawî hat û di demên du salên bê de di qonaxa duyem de dê li deverê li berdewam li neftê bigerin.

Weke tê zanîn het nuha gelek kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê heft dîtiye û ji bo firotinê amade kiriye, lê jiber ku hêşata qanûna neft û gaze ya hikûmeta Îraqê nehatiye pesindkirin û di nevbera Hewlêrê û Bexdayê de nakokî li ser ware patrolê heye, het nua herêma Kurdistanê nikariye neft û gaza xwe bo derve binêre.

Back to top button