Lêhat Mihemed Xalid Barzanî, kurê xezûrê Mesûd Barzanî serokê PDKê, berpirsê ofîsa Mêrgesorê ya Yekêtiya xwendekarên Kurdistanê di hilbijartinên bo kongereya 13ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê de xwe kadîdat kir û dengên herî zêde bidest xistin û ew dibe ciwantirîn endamê kongereya 13ê ya PDKê.

Lêyahat ku, 18 saliya, dibêje ku gêncên Partî piştgiriya gêncan dikin û  hijmareke zêde ya gêncan endamên kongereya 13ê ya PDKê ne û hijmareke baş jî dê bigihîjine serkirdayetyê.

 Lêhat di hevpeyvînekê de bo rojmaneya Sivîl got: ”Li gor baweriya serkirdayetiya Partiyê divê di vê kongereyê de gênc û jin cîyekî baş di serokatiya Partiyê de hebe. Lê divê gênc û jin jî îspata xwe bikin û di saziyên Partiyê de rol bilîzin.”

Di bersiva pirsekê de ka; gelo Lêhat ji malbata Barzaniye ji ber hindê deng bidest xistine, Lêhat got; ”Cîyê serbilindî, serferazî û şerefê ye ku ez ji malbateke kurdperwer im û di wê malbatê de hatîme perwerde kirin, lê bi baweriya min di hiulbijartinên bi kongereyê 13ê ya Partiyê de gêncan cî û rola xwe îspat kir û hijmareke baş ya gêncan bûn endamên kongereyê û di hilbijartinan de gêncan deng dan min.”

Tê çaverêkirin lu îsal di meha Çileya pêşîn de Partiya Demokrata Kurdistanê PDK kongereya xwe ya 13 saz bike

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: