Civak

Dermanxaneyek Siruştî

Hingiv

Taybetmendiya Hingivê ya herî serete tehma wê ya şêrîne. Sedema şêrîntiya Hingiv jî di hundirê xwe de veşartiye.Di nava Hingivê de 3 cûre şekir hene. Şekira trî %34, sakroz %2 , û levuloz (şekira fêkî) %40’e

Ji xeynî van di hundirê hingivê de %17 av e û %7’ê yên dîn jî Hêsin sodyum,kukurd,magnezyum,fosfor,polen,bafon,zîv,albumin,azot, proteîn û ji asîtan pêk tê. Kalîte ya Hingiv jî di nava %7ê de veşartiye.

Her wiha di nava Hingivê de 15 cure şekir hatin tespîtkirin. Hinek van jî ew in : fruktoz,glîkoz, sakkaroz, maltoz, izamaltoz, erloz, kestoz, melezitz û rafînoze.

Feydeyên Hingiv

Kuxîn : Ger şerbetek digel hingiv bihête çêkirin ji bo sekinandinê kuxînê dermanekî herî başe.

Hefsitî : Bi taybetî jî hingiv di nava ava germê de bête kelandin hefsitiyê (qebz) dide sekinandin.

Zekemî : Dema ku hingiv digel leymon yan bi şîrê ve bihête vexwarin , zekemî derbas dibe.

Hiş     : Ji bo zarokên ku di pêvajoya mezinbûnê de ne bi awayekî zêde hiş û aqilê pêşvediçe.

Êş       : Hilma hingiv di nava 10 deqayan de eş û jana dide sekinandin.

Xwîn  : Taybetiyekî dî ya hingiv ew e ku xwîna giyaneweran teze û zêde dike.

Îşteh  : Di hundire hingivê de vîtamînên wekê A,B,C û vîtamîn û mîneralên din ji bo mirova zindehiyekî dide.

Mîde :  Mijandina şekira hingivê hewceyê hezimkirinê nake ji ber vî bi awayekî rehet derbasî xwîne dibe û tiştên zêdeyê ku di nava mîdeyê de ye diaveje derve.

Çav : Hêza dîtina çavan  zêde dike.

Parêzkarekî baş e : Ji ber taybetmendiya wê ya antîbaktariyel di hundirê hingivê de mîkrob û bakterî çênabe.

 

 

Back to top button