
Roj naçe ku di derbarê komkujiya Roboskiyê de rûdanên nû neqewimin. Wisa xuyaye ku, heta encameke zelal û darizandineke adîlane neyê kirin, hîn pir belge û nûçeyên di vê bûyera dilsoj de wê derkevine holê.
Piştî bêdengiya hikûmeta Tirkiyê, her çiqas ku mixalefeta Tirkiyê çi BDP çi CHP dibe, her tim mijar di rojevê de hîştin jî, nûçeya rojnameya Amerîkî a Wall Street Journalê mijar careke din sor kir. Şopa hev ji pirr aliyan daxuyanî hatin. Wezîrê Hundir hêzên hewayî nîşan da, dûra rojnamegeran navê fermandarê ku tê îdiakirin fermana “lêxin”ê daye eşkere kirin.
Îro jî rojnameya Tarafê, bi îdayek ku xwe dispêra belgeyan, komkujî bi awakî din derxiste rojevê. Ji rojnameya Tarafê Melîh Altinok, îdia kir ku komkûjiya Roboskiyê ne bi kêlitî, bi plan hatiye pêk anîn. Nûçe derdixîne holê ku, berî hereketa hewayî, Fermandariya Cendermeya Şirnexê, ji bo amadebûnê, bi navê “yildiz” destûra operasyonê ji Walîtiya Şirnexê xwestiye. Û destûr, ji aliyê Cîgirê Waliyê Şirnexê Turgay Îlhan ve hatiye dayîn. Dîsa gorî belgeya rojnameya Tarafê, navê yekîneyên ku di operasyonê de cih girtine jî hene.
Gelo, komkujiya Roboskiyê di bin bombardimana nûçeyên her dor û cûrbicûr de, şêlî dibe an zelal?