Civak

10 sal bes nekir 10 salên din danê

Dadgeha Cezayê Gran a Amedê, doza ku Dadgeha Bilind bi sedema “xwe kêm parastinê” xira kiribû, bi giyabê Leyla Zana ve careke din da destpêkirin. Dadgehê bi hinceta ku Leyla Zana propaganda rêxistinê kiriye ,10 sal cezayê hepsê ji wê re birî. Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana, di parlementeriya xwe a sala 1992 an de jî, ji ber sondxwerina bi Kurdî a li meclîsê, qasî 10 sala di hepsê de hate girtin.

Parêzerê Leyla Zana, Fethî Gumuş, ji dadgehê xwest ku doz bê sekinandin. Gumuş diyar kir, ger sucekî bi vî rengî hebûya, di destê wan de belgeyeke bi vî awayî hebûya jixwe muwekîla wî Leyla Zana nedihate hilbijartin.

Dozgeriya Komarê, di doznameya ku pêşkêşî dadgehê kiribû de, bi hinceta “propaganda rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” 55 sal cezayê hepsê ji bo Leyla Zana xwestibû.    

Back to top button