Dosya

Heta PKK çek daneyne wê bêrihetî û bêaramî hebe.

 


Zeynelabidîn Zinar li ser çareseriya pirsa kurd pirsî, parlementerê Sêrtê Osman Oren  bersiv da. Osman Oren Parlemanê Sêrtê û endamê Komîteya Çareseriya Pirsgirêka Kurde.  Kerembikin hevpeyvîna  Zeynelabidîn Zinar li gel parlementerê Ak Partiyê yê bajarê Sêrêtê Osman Oren:

Roja Heştê Gulana 2012an, ez bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûm Enqerê. Piştî ku ez pêrgê dostê xwe parlemanê Êlihê (Batman) rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê hin parlemanên ne Kurd jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin. Di çar rojan de jimara parleman û du-sê wezîrên ku min hevpeyvîn bi wan re çêkirin geha 38an.

Bi giştî 22 pirsên me ji parlamanan hatine pirsîn. Hinek ji wan ez rasterast bi wan re peyivîme û min dengê wan qeyd kiriye, lê çend parlemanên Kurd ku bersiva wan bi zimanê kurdî zehmet bû herweha hinekên Tirk jî ku pirs ji wan hatine kirin, pirsên me jî, bersivên wan jî,  bi zimanê tirkî çêbûne.

Yek ji wan parlemanên AK Partiyê ku bi zimanê tirkî bersiva pirsên me daye, rêzdar Osman Oren e. Osman parlemanê Sêrtê  ye û bi eslê xwe ji eşîra Elikan e. Hevpeyvîna pê re jî, roja 09. 05. 2012, saet 10.00,  li odeya wî ya li Parlementoya Tirkiyê/Enqere bi zimanê tirkî hatiye kirin û me xeberdana wî wergerandiye zimanê kurdî. 

Zeynelabidîn Zinar/Rojevakurd

 

 

 

 

Osman Oren û Zeynelabidîn Zinar

 

Zeynelabidîn Zinar: Rêzdar Osman Oren, hûn dikarin xwe bidin naskirin.

Osman Oren: Pêşî dibêjim bi xêr hatî, te şeref da me, ez bi dîtina te kêfxweş bûn bûm. Ez parlemanê Sêrtê me, 1966 li Sêrtê hatime dinyayê û Ereb im. Lê piştî ku me lêkolîn li bapîrên xwe kir, derket holê ku em ji nijada kurd in û hatine Sêrtê, piştre em bûne Ereb. Xwendina min li Sêrtê domandiye, heta ku ez bûme parleman û hatim Enqerê. Ev cara ewil e ku ez ketime siyasetê. Pîşeya min a sereke jî, mamostetî ye. 

Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê pirseke sereke ye. Gelo hûn vê çewa dibînin?

Li Tirkiyê kesên ku xwediyê aqilê selîm in, tenê bersivek heye ku bidin, ew jî ev e ku ”li Tirkiyê Pirsgirêka Kurd heye.” Ev pirs jî niha yekemîn pirsa Tirkiyê ye. Ev pirsgirên babetek e ku her kesê xwediyê aqilê selîn li serê disêwirîne. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, wê hertin pirsgirêk li Tirkiyê hebin. Xwedê biparêze, ev hem aborî, hem siyasî, hem civakî, hem leşkerî, yanî di her aliyê de wê zext bête dîtin. Ez norman dibînim ku ev babet di rojeva Tirkiyê de ye. Ji bo ku ev pirsgirêk ji rojevê derkeve, divê her kes bi hev re û bi yekdestî bişixule. 

Li gor baweriya we, dê Hukûmeta AK Partîyê Pirsgirêka Kurd çewa çareser bike?

Tu jî dizanî ku ev e deh sal in ku em (AKP) desthelat in. Helbet me vê pirsgirêkê di hemêza xwe de dît, lê me nepirsî ku ev ji kur ve hat! Ev pirsgirêk berî me jî hebû. Ji bo ku çareseriya vê pirsgirêkê, spas ji Xwedê re, hikûmeteka me heye. Me (AKP) vê pirsgirêkê ji kîjan deverê wergirtiye jî, em dizanin. Me vê pirsgirêkê ji devera înkarê wergirtiye. Lê ev devera ku niha em gehanê, deverek e ku rastiya Kurd hatiye qebûlkirin. Hikûmeta me û têgehiştina me, vê rastiyê qebûl kiriye. Piştî ku ev rastî hate zanîn, ji bo çareseriya pirsgirêkê jî, spas ji Xwedê re hikûmeta me amade ye. Niha pêngav bi pêngav tedawiya vê pirsgirêkê tê domandin. Ev pirsgirêk înşaellah wê ji rojeva Tirkiyê derkeve û çareser bibe. 

 

Heta çi redeyê haya we jê heye ku Pirsgirêka Kurd di medyaya kurdî de bi çi rengî tê gotubêjkirin?

Em, helbet mirovên herêmê (Bakûrê Kurdistanê) ne. Li herêmê em bi xwe di nava wan rûdanan de jiyane. Ji ber ku ez bi xwe di navê de jiyame û pê dizanin, haya me zêdetir ji nivîsandin û çixêzkirina Medyayê tune, çimkî em bi jiyandinê fêr dibin. Lê belê heta berî çend salan jî, derketina Medyayê bi awayekî bizavwarî nebû. Ji ber ku Medya (ya Tirkiyê), yekalî bû; yan di çixêza PKKê de bû, yan jî di ya Dewletê de bû. Herdu aliyan jî bi awayekî werpixandî radigihandin. Lê belê niha şopandina meselê cuda ye; ne ji aliyê herdu aliyan ve lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê niha Medya ragîhandina xwe didomîne. 

 

Pêwendiyên we bi parlamenterên BDPê re çewa ye? (Eger baş be) Gelo hûn bi hev re Pirsgirêka Kurd gotubêj dikin?

Di kulîsan de be yan wekî din be, em bi hev re dipeyivin. Lê belê axaftina me, tenê serrû çêdibe. Lê li Sêrtê pir kesên ku vîna xwe dane ser BDPê, dibe ku serokê şaredariyê bin yan endanên Meclisa Şaredariyê bin û endamên wê bin, di vê pirsgirêkê de em ji wan dûr nînin. Dema em diçin her deverekê, bêguman derheq vê pirsgirêkê de pirs ji me têne pirsên. Em di van babetan de pir dipeyivin û nîqaş dikin. Lê babetê ku min kêfxweş dike, dema em van babetan dipeyivin û nîqaş dikin, bi tu rengî şidet dernakeve holê. 

 

 

Osman Oren û serokê bajarvaniya Sêrtê Selim Sadak

 

Kurd ne tenê li Tirkiyê hene. Li gor baweriya we, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, divê Kurd wek milet çi bike?

Ji bo vê pirsê, divê em rind zanibin ka di demên bihurî de Kurdan çi êş û ezyet dîtine. Di dema wan rûdanên ku nedemokratîk, piştre çareseriyeke çewan tê sêwirandin, ger ji bo zeman bête hiştin wê çêtir be. 

Ew mirovên ku wan êş û ezyetan dîtine, wisa bi hêsanî jibîr nakin. Ew rûdanên di Girtîgeha Diyarbekirê de, valakirina hewqas gund, ew îşkenceyên ku li xelkê dihatin kirin, ew cesedên ku diavêtin bîrên asîtê, ew cinayetên ku dihatin kirin, heta ku nivşek di ser re derbas nebe û ger tu bêjî, de van rûdanan jibîr bikin, çênabe. Pêşî divê tu (dewlet) garantî bidî wan (Kurdan) ku careke din rûdanên wisa çênabin. Spas ji Xwedê re, niha Hikûmeta me ew garantî daye û dide Kurdan. Ji ber hindê ye ku li herêmê (Bakûr) hewldanek li ser AK Partiyê heye. Piştî vê baweriyê, îcar divê ji Kurdan re bê gotin ku ev pirsgirêk bi şidetê çareser nabe.

Niha beşek ji Kurdan ev mesele fêm kiriye. 

Li gor tesbêtên min ku ez jî mirovek im ku li Herêmê dijîm, dibênim ku nerihetiyek di nava cuwanên ku temenê wan di nava salê 16-17 heta 25an de ne heye. Di nava van cuwanan de hêjî ew dîtina şikandin û belavkirin û rûxandinê heye. Em bixwazin jî, nexwazin jî, ew cuwan li şidetên wisa disêwirin. Niha wezîfeya me ev e ku em xwedîtî li van cuwanan bikin. Yanî êdî ew dewr qediyane, ew vîna derketina çiyan hêdî hêdî bi dawî dibe. Yanî êdî dewra wan şîret û wesyeta Kurdan li zarokên wan ku derkevin çiyan, qediyaye. Jixwe garantiya Hikûmeta me heye ku li Herêmê ew rûdanên Kuştinên kujernediyan, bi dawî bûye. Piştî van kiryarên Hikûmetê, îcar hêdî hêdî xelkê Kurd jî dizane ku Hikûmeta AK Partiyê hemû çareseriyên xwe ji bo pirsgirêkê xistine tevgerê. 

 

Li gor we, divê destûra nû ya Tirkiyê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd çewa be? 

Ev Zagona Bingehîn, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê çêkirin. Ev Zagon wê ne tenê bersiva Kurdan bide, herweha dê bersiva hemû nijadên cuda ku li vî welatî dijîn, herweha grûbên bawermend ên cuda cuda jî tê de, tevî grûbên kulturî yên cuda bide. Divê her kes vê yekê wisan bizanibe. Pirsgirêka Kurd jî, di nava vê Zagonê de beşek e. Eger ev Zagon neyê çêkirin, pirsgirêkên pirtexlît çareser nabin. Her kes û her grûb, daxwaza mafên demokratîk dikin, ne tenê grûbeka kifş. Hin Tirkên ku li Tirkiyê dijîn jî (wek Terekeme, Turkman û hwd.) pirsgirêkên wan hene. 

Li Tirkiyê pir kes hene ku têne desteserkirin, lê ew ne tenê Kurd in. Ji ber hindê Zagona Bingehîn ji bo her kesê pêdivî ye. 

Di nêv Zagona Bingehîn de (ya ku niha tê amadekirin) hin xal hene ku hemû dewltên medenî yên dinyayê, dipejirînin. Eger ew xal di nava Zagona Bingehîn de bêtin bicihkirin, Pirsgirêka Kurd jî û gelek pirsgirêkên din jî, ji ber xwe ve têne eçareserkirin. 

 

 

Osman Oren di serdnek ya herêmê de

 

Li gor baweriya we, wê statuya kurdan bi çi rengî di destûra nû ya Tirkiyê de cih bigire? 

Ev rewşa Kurdan a etnîkî, bi salan e ku tê munaqeşekirin. Ev munaqeşe jî, ji aliyê Dewleta Kûr ve tê kirin. Spas ji bo Xwedê ku pirseke wisa ya Hikûmeta me tune. Ji ber ku em (Hikûmeta AKPê) xwediyê têgehîştinekê ne ku herdem em Kurdan wek milet/netewe dibînin. 

Lê belê li Tirkiyê têgehîştineka Dewletê ya yektîp, yeknijad heye ku bi salan e ev tê domandin. Bi salan e ku ev pirsggirêka Kurd, ne ku munaqeşeya wê, lê belê ew bi xwe tune hesibandine. Kurd miletek e ku demçûya wî û dahatuya wî heye. Em dixwazin Kurd di Zagona Bingehîn de wek statû, bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi folklora xwe, bi şîn û şahiyên xwe bêtin bicihkirin. Înşaellah dema ev maf hatin dayîn, wê Kurd êdî bi xwe ve werin. 

 

Hun pêşeroja Tirkiye û çareserkirina Pirsgirêka Kurd çewa dinirxînin? 

Ji bo bersiva vê pirsê, ne lazim e ku mirov nihênîzan be. Yanî birînek heye, eger ev birîn tedawî bibe, yanî pirsgirêka Kurd eger çareser bibe, eger bihêlin ku çareser bibe, Turkiye wê li dinyayê bibe dewletek ku gotina wê bête qebûlkirin. 

Jixwe ji ber vê yekê ye ku nahêlin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Eger çareser nebe û mafên demokratîkî neyên dayîn, wê gelek pirsgirêkên din jî derkevin holê. 

Sîstema demokrasiyê pir xweş e. Gelo heta Pirsgirêka Kurd çareser nebe, hûn bawer dikin ku wê demokrasiyeke rasteqîne li Tirkiye têkeve jiyanê? 

Na, wê sîstemeke topal, rênedîtî û nîvco ku sûda wê ji bo tiştekî çênabe çêbibe. 

 

Li gor dîtina we, wê doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê here? 

Ew mesel pirsgirêka edaletê ye. Çewa em ji Medyayê jî dibihîzin, ev pirs hêdî hêdî ber bi dawiyê ve nêz dibe. Ev mesele, ev e çend sal in ku didomîne. Bi ihtîmaleke mezin û dîtina min ya taybetî jî ev e ku heta dawiya 2012-2013an bi dawî dibin. Helbet zuwakirina koka wan bi temamî ne mumkin e. Ji ber ku ew dozên hanê, daneserheva 80 salan e. Yanî hema wisa bêje ku çend kes ketin girtîgehê mesele qediya, ne wisan e. Lewra pir kesên ku bîrûbawerîya wan bi van dozan heye, hene. Çi dema ku me xelkê Tirkiyê da bawerkirin ku ev bîrûbawerî sûd ji bo Tirkiyê naynin, hingê diqedin. Bêguman her dem jî ev dibe ku weke pirebok, yan bi awayekî din planên derbeyên eskerî çêbikin û  hin caran wê derkevin jî. Lê tiştê girîng  ev e ku em bingeha ku ew doz tê de bihêwirin li holê nehêlin. 

 

Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin? 

Ji bo ku mirov bawer neke ku ew heye, divê mirov sêfik (enayî) be. Êdî eşkere ye ku Ergenekona Kurdî jî heye. Lê zextewarî tune, em dizanin. Yanî rêxistineke wisa sihsale ku di nava wê de nebe, yan neketibine navê, ne mimkun e. Îro mirovên niyetxirab di nava rêxistineke herî paqij de jî hene. Lê eger ew rêxistin yeke navnetewî be, yanî li Îran, Îraq, Sûriye be, bêguman li her deverekê bingeheke PKKê heye, ne mimkun e ku li mejiyê wê, xwe ne nexişandibin, neketibin navê û tê de bi cih nebûbin. Lê mirov nikare her tiştî jî wisa binirxîne. 

Ev hemû kesên ku derketine çiyan, ez bawer nakim ku ew ji bo Ergenekonê derketibin. Yanî muheqeq li wê herêmê ji bo derxistina wan  hin tişt hatine kirin. Yanî mirovên Anatoliyayê, yanî ew kurdçiyên safî, mixabin hatine vê leyztikê. 

Tê gotin ku wê AK Partî, partiyeke kurdî ava bike? Ev yek çiqas rast e?

Em dibêjin ku em partiyek in ku me kariye her tiştî hemêz kiriye. Li gor fikra min, pêdivî bi tiştekî wisa tune û min nebihîztiye ku xebateke wisan jî çêbûye. Jixwe Kurdan heta bêjî bes pêşwaziya xwe bo me nîşandane. Di vî warî de kêmasiya me tune, lewra li herêmê partiya herî zêde ku deng werdigire, ya me ye. 

 

Pirseke Awarte: Em dikarin ji AK Partiyê re bêjin Partiya Kurdan jî? 

Jixwe taybetmendiya me ya herî girîng ev e ku her kes xwe wek xwe di nava AK Partiyê de dibîne. Yanî Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, bawermend, nebawermend, her kes xwe wek beşeke vê partiyê dibîne. Di vî warî de, kêmasiyeke me tune. 

 

Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd Serokwezîr stratejiyeke nû eşkere kiriye. Hûn vê yekê çewa dinirxînin? 

Helbet ji 2002an ve ye ku ev pirsgirên di hemêza me de ye. Di demên cuda de, di konseptên cuda de, lihevraskirinên cuda hatin kirin. Mesela, her kes dizane ku ji sala 2003an ve ye, operasyonên wisa mezin û berfireh li pêşber PKKê wisa zêde nayên kirin. Herwekê çalakiyên wisa sistokî hene. Bi rastî jî ji wê demê ve ye BDP jî û PKK jî pir rihet e. Tu jî dizanî ku barîgehên wan (PKK) bi 5-10 km. nêzê Hekariyê hene. Li hin herêmên Sêrtê, barîgehên wan hene. Gelek barîgehên wan li Dêrsimê jî hene. Çendî ku dewlet van dizane jî, lê operasyonine wisa bi şidet nekiriye. Ev yek çi nîşan dide? Nîşan dide ku têgehiştineke hikûmeta me ev e ku Pirsgirêka Kurd êdî bi şidetê çareser nabe. 

Lê belê di dav demên dawiyê de avakirina KCKê ku alternatîfek bû ji dewletê re, her kesî nerihet kir. Çewa ku dewleteke din vê yekê napejirîne, Tukiye jî vê napejirîne. Ji ber hindê ev konsepta bergîriyê bi tu rengî ne wek ya salên 90î ye. Jixwe em jî (AKK) wê napejirînin. Ez bawer dikim ku stratejiyeke Serokwezîrê me ya wisan tune. 

Wekî din jî, taybetmendiyeke Serokwezîrê me heye ku ew jî ev e ku siyasetê rasterast bi mirova ve girêbest dike, bi tu rengî mirina mirovan jî naxwaze. Ew dixwaze ku vê pirsgirêkê, bê livbaziyên leşkerî û bê xirecir çareser bike. Lê hin caran mesela wek rûdana li Farqînê, yan jî gava civat ji bo rûdanekê zêde bêzîtî nîşan dide, bêguman em jî wek hikûmet bêgav dimînin ku hin çalakî bikin. 

Ev rawestana (duruş) niha, lêrashatineke baş e. Xelkê herêmê jî (Kurdên Bakûr) niha ji vê konseptê (ev rewş) razî ye. Înşaelah wê çek di nêz de bêdeng bibin. 

Eger çek bêdeng bibin, şidet bi dawî bibe û kesên xwediyê aqilê selîm rûnin û wan rûdanên li pişt perdê binixînin, bêguman wê pir tiştên girêdayê bi PKKê ve, girêdayê bi Dewleta Kûr ve û girêdayê bi Ergenekonê ve derkevin holê. Bêguman wê rojek bê ku xelk êdî wê hesabê wan kiryaran bipirse. Heta niha 50-60 hezar kes hatine kuştin. Ev kuştin tev, berê (urun) polîtîkayeke kifş bûne. 

Xelkê herêma me, pir xerîban e, pir jar e, vî xelkî ev kiryar heq nekiribû. 

 

 

Oren li gel zarokê gindiyên herêmê

 

Heta PKK dest ji çek bernede û operasyon ranewestin, dê çewa Pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin? 

Carek divê em zanibin ku pirsgirêka Kurd, ne pirsgirêka PKKê ye. Yanî PKK jî tenê li devereke vê pirsgirêkê ye. Ev Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke piralî ye. Lewra berî ku PKK derkeve jî, ev Pirsgirêka Kurd hebû. Yanî eger PKK îro çek deyne jî, wê dîsa ev pirsgirêk hebe. Lê eger PKK çek deyne, eger bi hindikî be jî, ewr hinekî dê bifirrikin. Yanî mirov êdî wê pêşiya xwe bibînin, mirov wê hilmekê werbigirin. 

Hin grûb hene ku têkiliya PKKê bi wan ve tune jî, wek hin grûbên bawermend. Hûn jî dizanin ku xelkê herêmê pir zîz e di van meseleyan de. Xelkê herêmê ne tenê PKK ye, di navê de dijberên PKKê jî hene lê dengê xwe dernaxin. Eger tenê runiştin bi PKKê re çêbibe û pirsgirêk çareser bibe, îcar wê pirsgirêkên din derkevin holê, lê PKK aliyek e. 

Bawer bikin, eger niha ji bo çekrawestina PKKê statistîkek li herêmê bête kirin, piraniya xelkê herêmê, belkî jî ji %90 û belkî jî zêdetir, wê erênî derkeve. Lê hin kes hene ku ji vê rewşa tevlîhev sûd werdigirin. Eger çek rawestin, wê baweriyek ji xelkê re çêbe, wê bizavek ji xelkê re çêbe. Hingê xelk zêdetir dikare mafên demokratêk bixwaze. 

Lê heta ku PKK li holê be, ne kurdên rasteqîne û demokrat derdikevin holê, ne jî hinekên din… Yanê heta ku PKK çek daneyne, hertim wê bêrihetî û bêaramî hebe. 

 

Hûn pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê, çewa dinirxînin?

Niha nerihetiyek heye. Serokwezîr Malikî, hin daxuyanî dide ku diyar dibe wê serê Tirkiyê biêşîne. Em bi hikûmeta xwe piştrast in, bi wezîrê xweyê derve biştrast in, lê nerihetiyeke siyasî heye. Ev hawerî ger ji wan afiriye, yan ji me afiriye, belkî şaşiyeke ku rind nayê fêmkirin heye. Înşaelah di demekurtekê de ev bi aqilekî rasteqîne tê çareserkirin. 

 

Ew nerihetê nabe ku ji Îranê derketibe holê?

Dibe, ji ber ku bi giranî ew (Hikûmeta Îraqê) Şîa ne. 

 

Ev pêwendiyên erênî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, li Tirkiyê dê çi bandor li çareseriya Pirsgirêka Kurd bikin? 

Ez yek ji wan kesanim ji serê pêşî ve van pêwendiyan dişopînim. Ez bi xwe terefdar im ku ev têkilî zêdetir bibin. Yanî girêdana bidilxwazî ya birayên me Kurdên Îraqê bi Tirkiyê re heye, jixwe xizmtî (eqrûbatî) jî pir zêde heye. Niha Kurdên Îraqê dest ji şidetê berdane. Yan bi tu rengî şideteke piçûk jî niha li Bakûrê (Başûr) Kurdistanê tune. Niha karsazên me diçin wirê, pir kesên din diçin, çu nerihetî jî nabînin. Ji ber hindê hemû tevger û kiryarên ku em li wirê dikin, erênî ne.  

 

Di baweriya we de Turkiye çiqas nêzê Yekîtiya Ewrûpayê bûye? 

Dikarim weha bêjim: Têkiliya me bi Ewrûpayê re ji salên 1950-60î ve heye, ev sûd dide me. Ji bo ku em van krîterên Ewrûpayê bi cih tînin, tenê ne ji bo ku em têkevin nêv Yekîtiya Ewrûpayê. Piraniya wan krîteran, welatê me û mirovên welatê me rihet dikin. Em bi vî aliyî ve li meselê dinihêrin. Lê eger em bêjin ka em çiqas nêzê Yekîtiya ewrûpayê bûne, yanî em niha di gelek waran de ji Yekîtiya Ewrûpayê zêdetir li pêş in. Belkî jî hêdî hêdî îcar ew krîterên me bi cih bînin. Yanî  em têkevin yan em nekevin nêv Yekîtiya Ewrûpayê, niha nerihetiyeke me tune. 

Eger em Zagona Bingehîn di warê mafê mirovan de sererast bikin, jixwe em niha di warê aborî de ji Yekîtiya Ewrûpayê welatek in ku kêm tê dîtin. Îcar ez dikarim weha bifikirim ku belkî Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku têkeve nava me, lotik bavêje.

 

Kurdên Kurdistana Îraq û yên Kurdistana Sûriyê, berê tev hemwelatiyên Imperatoriya Osmanî bûne. Sedemeki ku îro ew û Turkiyeya Komarî ji hev dûr bimînin çi ye?

Kurdên li wan welatan, girêdana dildarî bi me  (Turkiye) re hey, lê wan ji me dûr xistin. Xweda careke din vê hem nîşanê Umeta Muhemed û nîşanê civata Kurd jî nede. Niha dema Sedam ku li Kurdan hatibû xezebê, devera ku Kurd pê ve reviyan, dîsa Turkiye bû. Yanî Turkiye ji bo wan hêlîn e, dergûş e. Lê belê leyztik û nerihetiyên Navnetewî, bi taybetî jî herwekî kurdên birayên me ku ji Turkan cuda ne, nîşan didin. Ev hawe nerihetî diafirîne. 

Mesela ez ji Sêrtê Ereb im, lê bapîrên min Kurd bûne. Ez bi xwe jî niha Kurd im, Tirk im, Ereb im, Laz im, ji bo min ferq nake. Ji bo me ya girîng ev e ku em mirov bin û bisilman bin. 

Niha ew karmendên Tirk û biyanî gava tên Sêrtê, di nava du rojan de dibînin ku xelkê wirê çiqas germ, durust û xerîbdost e. Ew bi devê xwe dibêjin ku me vî xelkî nenasiye. 

Bi salên dirêj e ku hinekan meleneta vegerandina piştê ji me, kiriye. Lê niha em hatine dawiya wê yekê jî. Kurd jî, Tirk jî, Ereb jî fêm kirin ku ev mesele pîvaneke navnetewî bû. 

Demek berê ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd (Komîteya Çareseriya Pirsgirêka Kurd) dema em çûn Sêrtê, berê me xebat li Batman û Mêrdînê kiribû, piştre em çûn Sêrtê. Tiştê ku herî zêde min kêfxweş kir ev bû ku saziyên sifîl ji %98 vê meselê fêm kirine. Yan her kes vê pirsgirêkê bo xwe kiriye kar. Kesên bawermend jî, kesên saziyên din jî, kesên terîqetan jî, kesên BDPyî jî, kesên HAK-PARî jî, yanî her kes ji bo pirsgirêka Kurd dest pê kiriye û serê xwe diêşîne. Yanî her kes dixwaze ku xwe li ser maseyê bide îsbatkirin.

Ha ev tişt hemû ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd dewlemendî ne. Eger şidet çênebe, bawer bikin ku ev wê hîn zêde delaltir bibe. Hikêmeta me û dewleta me jî, înşaelah wê van dengên xweşik ku derdikevin binirxîne. 

Ew xebata ku me li herêmê kir, xelkê herêmê asla we esla naxwaze ku ji Komara Tirkiyê biqete. Me ji kesî nebihîzt ku bixwaze ji Turkiyê biqete û dewletekê (Kurdistan) ava bike. Lê dibe ku di nava wan de hinek hebin, ew jî normal e, lê bi dengevanî nînin. 

Niha fikrek li ba hinek birayên me yên Îslamî jî heye ku dewleteke Îslamî ya radikan ava bikin. Lê ev mesele wisa bi çek, bi kuştin çênabe.  

 

Gotineke we ya taybet heye ku hûn dixwazin li ser Pirsgirêka Kurd an wekî din bibêjin? 

Niha navê meselê ”pirsgirêk” e, pirsgirêk jî yanî nerihetî û givaştin. Yanî ji bo ku em pirsgirêkê bikin tune, her kes bi aqilê selîm û bi bisilmanwarî, bi mirovwarî, divê çareser bikin. 

Yanî ew mafê ku Xwedê daye mirov, ew ne qenciyek e ku tu bidiyê, lewra Xwedê qencî bi wî mirovê kiriye û wan mafan dayê. Ew maf Ayetên Xwedê ne ku mirov bi zimanê xwe bipeyive, xebata çandî di warê ku bixwaze de bike. Dema ku mirov (dewlet) van asteng bike, mirov dibe dijberê Xwedê jî. Yanî ev xweşiyên ku Xwedê daye me, ji Xwedê pê ve kes nikare ji holê rake. 

Tiştên ku em dê bikin, ew jî di vê dewrê de (Hikêmeta Sisiyan a AKP) divê bêtin kirin, bingeh jî amade ye, her kes jî (Parleman) dest pê kiriye û dipeyive. Eger ev pirsgirên çareser bibe ka kê kiriye, ne mesele ye, kî bike ew dibe babetê teqdîrê. 

 

 

Oren li bajarê Sêrtê

 

Tu dikarî hinek behsa vê komîteya we bikî?

Niha wek komît çar grûb xebatên me hen ku yek jê bi navê ”Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Demokratikbûn”ê, ye. Di her grûbekê de pênc parleman hene û serokekî her komîteyekê heye. Di Komîteya me de çar parlemanên ku pir rind herêmê dinasin hene. Piraniya me çar parlemanan jî, em bi xwe di nava wan rûdanan de jiyane. Amaca me ev e ku em wan rewşa rûdanên ku çêbûne, bi awayekî fîq û bê wasîte, kesî jî nexin navberê, rasterast ji devê xelkê bibihîzin. 

Em wek komîte dê li hemû bajarên Kurdan û bajrê ku herî zêde Kurd lê dijîn ku Stenbol e, jî bigerin û lêkilîn bikin. 

Em ê pir ji kesên wek rêxistina saziyên sifîl, keyayên gund û taxan, serokên şaredariyan, esnaxan bikin û wan bidin xeberdan. Lê ne wek hin medyayê ku ne herêmê dinasin, ne kesî dibênin û ji xwe re dinivîsin, çênabe. 

Ew kesê ku bi şexsê xwe ew êş û azar dîtine, yên wek kesên ku zarûkên wan li çiyê ne, yan zarêkên wan li eskeriyê ne, ew hemû kesên ku ji wan êş û azaran re bûne hevpar, em ji devê wan werdigirin. 

Ji xwe em pirsgirêkê dizanin, heta çar-pênc sal berê jî li Herêmê her kesî muxateb PKKê nîşan dida. Lê niha xelkê herêmê bi awayekî pirzêde bûye siyasetvan, yanî siyasetê dizane. Xelkê Herêmê vê dibêje: PKK rastiyek e, lê ji derveyê wê, hin grûbên oldar jî hene, civat hene, divê fikra wan jî bête wergirtin. Heta rixistinên Civakî di vê yekê de bûne dengî. Em bixwazin jî û nexwazin jî, PKK rastiyek e. Ji ber wan rûdanan bi hezaran kes hatin koçkirin, pir kes wenda bûn… 

Berê her kesî digot: ”Xweda zewalê nede dewleta me.” Lê niha ev bi vajiyê wê hatiye guhertin û li gundan dibêjin: ”Xweda zewalê nede KCKê.”  Em dema hilbijartinê (2011) di nava van gotinan de jiyan. Yanî zext ji herdu aliyan ve jî (PKK û Dewlet) heye. Lê belê xelk ne wek berê ye, êdî xelk jî dizane ku siyasetê biafirîne. 

Mesele ne tenê çareserkirina Pirsgirêka Kurd e. Ev çar komîte wê li hemû herêmên Tirkiyê bigerin û guhdarî li xelkê bikin. Divê em niquteke hevbeş bibînin. Xwedêneke, ha ku te dît eynî pirsgirêk li devereke din a Anadoluyê jî teqiya. Niguta me ya hevbeş, Îslam e. 

 

Zeynelabidîn Zinar: Spas ji bo cenabê te.

Osman Oren: Ez jî spas dikim, Xweda vî agirî bitefîne. 

 

Rojevakurd Taybet

 

 

 

 

 

Back to top button