Polîtîk

Komiteyek ji bo piesgirêkên mesihiyan pêktê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li patiryak Mar Liwîs Refaêl-patiryakê kildanên Îraqê û cîhanê kir.

Di dîdarekê de, patiryakê kildana, ji bo wê pêşwazîkirin û hewandina koçberên mesîhî li herêma Kurdistanê, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û got ew koçberên mesîhiyên li herêma Kurdistanê her wekî di nav kesûkarên xwe de ne û hêvî kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê bikaribe ji şiyanên mamoste, dikor, karmend û meslekzanên di nav koçberan de hene fêdey jê werbigire û derfetên karî jê re peyda bike daku rewşa jiyana xwe baştir bikin, hevkariya xwendekaran bike daku xwendina wan nefewite.

Patiryak Mar Liwîs û şandeya pê re got ku, ew weke kenîseya Kasolîkî dê hemû kanalên xwe yên têkeliyan yên digel Vatîkan û cîhana mesîhî bikaribîn in daku di warê koçber û penaberan de hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê bikin û di axaftina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku, di dîdara xwe ya dawiyê de digek Papayê Vatîkanê behsa pêwîstiya alîkarî û hekarîkirina xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê û alîkariya koçberên mesîhî û tevaya koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene û rola hikûmeta herêma Kurdistanê di vî warî de bilind nirxandin bû.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, herêma Kurdistanê bê cudahî pêşwazî li tev koçber û penaberan kiriye û li gor îmkan û şiyanên xwe alîkariya wan kiriye û hikûmetê li ser vê yekê dê berdewam be.

Serokwezîr sipasiya patiryakê kildanan kir ku, di dîdara xwe ya digel Papayê Vatîkanê de wêneyekî baş ê herêma Kurdistanê pêşkeş kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberên mesîhiyan jî, serokwezîr got ku, ew dê komîteyeke taybetê ji bo şopandina pirsgirêkên koçberên mesîhî pêkbîne.

Back to top button