Polîtîk

Komîteya asayişa hilbijartinan civiya

Hewlêr –  Bi serpereştîya wezîrê navxwe yê hukûmeta herêma Kurdistanê û serokê komîteya bilind a parastina asayişa hilbijartinan li herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî , komîta bilind a parastina asyişa hilbijartinan li herêma Kurdistanê kombûnek pêkanî.

Di vê kombûnê de behsa pilana asayişa hilbijartinan û karên pêdivî ji bo parastina asayişa binkeyên dengdanê , berbijarên hilbijartinan , veguhastina sinduqên dengdanê û keresteyên dinên pêdivî ji bo encamdana pirosesa hilbijartinan û veguhastina sinduqên dengdanê ji bo navenda hejmartina dengan li komisîyona bilinda hilbijartinan hat kirin. Her di evê kombûnê de hat ragihandin , ku dê hemû hevwelatî û liste û alîyên sîyasî bê cewazî ji alîyê hêzên asayişa herêmê ve bihên paraztin.

Komîteya  parastina asayişa pirosesa hilbijartinan li herêma Kurdistanê da xuyakirin , ku hemû hêz û alîyên sîyasîyî ji bo encamdana piropagandayên hilbijartinan azadin , lê divê ku çalakîyên alîyên beşdarbûyên hilbijartinan di çarçêweya qanûnê û bernameya komisîyona bilind a hilbijartinan de bin. Herweha komîteya bilind a parastina asayişa hilbijartinan li herêma Kurdistanê ragihand , ku ti kes anko alîyê sîyasî nabe qanûnê binpê bike. Ji alîyekî din ve di kombûnê de behsa rêkên parastina çavdêrên hilbijartinan û rojnamevan û şandeyên dezgeh û ajansên bîyanî jî hat kirin.

Back to top button