Civak

Komandoyên tirkiye hatine ser axa Herêma Kurdistanê

Wezareta Berevaniya tirkiye ragihand, di dema operasyonan de ji bo encamdana operasyona dijî gerîllayên PKK hêzeke komandoya artêşa tirkiye hatine navçeya Heftenîn ya li Herêma Kurdistanê.

Şeva dûşemê 16.06.2020 firokeyên tirkiye şeş gundên tixûbên qeza Zaxo bombebaran kir ku pêkhatibûn ji gundên: Dişîş, Heftenîn, Rêsê, Pîrbila, Geliyê Pisaxa û Nizdûr. Heman demî de topxaneyên tirkiye jî li bejayî ve topbarana beşek ji wan gundan kirin.

Wezareta Berevaniya tirkiye dibêje, hêza asmanî, helîkopter û forokeyên bêfirokevan palpiştiya serbazên wan dikin bo ku PKK û terorîstên din bi armanc bigrin ku gefin li ser asayîşa xelkê tirkiye û tixûbên wê.

Back to top button