
Koçer Hesen ku hunermendekî bajarê Sêrtê ye, ji bo stranên xwe ya Potpori clipeke videoyî girtiye. Koçer Hesen ji bo clipa xwe çend dîmenên xwezayî yên bajarê Sêrtê, Dol û Newala Botan û Pira Nû ya Botanê û li Serberdê girtiye.
Koçer Hesen di destpêka strana xwe de eşkere dike û dibêje: Erê Heseno lo lo lawo naçime zozanana wo, kepiroka çêk, kepiro lawo, li şaxê û newalawo!..