Kultur

Berî 9 salan Amerîkiyan fîlmê Corona berhem anîne

Fîlma Contagion dema sala 2011 hate berhem anîn, her çende gelek stêrkên navdar jî li nava filêmê de lîstibin jî, lê ji ber ku senaryoya wê xeyalî û bêmana hatibû dîtin, pêşwaziyekî baş lê nehatibû kirin. Film li rêza 61ê wan fîlman bû ku li salek da karî perê xerciyên xwe peyda bike. Lê belê li gel hatina Corona, navê vê fîlmê zîndî bûye û niha gelek bînerên xwe heye.

Niha fîlm li rêya online ve tê firotin û bînerên wê li rêz pêşvene û yek ji wan filmane ku ji wan navên herî zêde lêgerîn li ser google da tê kirin. Lê belê gelo heta çi radeyê behsa Corona kiriye?

Senaryoya wê fîlmê berî 10 salan hatiye nivîsîn, li gelek waran de li gel rûdanên belavbûna virusa Corona li gel hev da nêzîkin. Li fîlmê da, jinekî sermayedar di dema bi geştek diçê welatê Çînê, ji ber viruseke nediyar ve dimrê, lê berî wê yekê ku hemû cîhan ji nişka vê yekê bizanin.

Li gor fîlmê Çîn yekem cihê belavbûna virusê ye û ji wir ve li hemû cîhanê da belav dibê. Her eve jî wiha kiriye, bînerên fîlmê zêde bibe. Her wiha ew jin ji ber amadekirina xwarinekî tûşî vê virusê bûye ku destên wê li berazekî kuştî ketiye û beraz li rêya şevşevokek ve tûşî wê virusê bûye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button