Serok Barzanî ji ber koça dawî ya rewşenbîr, akademîsyen, zana û kesayetiyê netewî yê Kurd ê ji Kazaxistanê, Profesor Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê belav kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê zanistî û netewî û gelêrî yê Kurdên Kazaxistanê, Profesor Nadir Nadirov bihîst. Nadir Nadirov zanayekî navdarê Kurd û xwediyê bi dehan pirtûk û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke bibandor jî di yekxistin û serpireştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û ji destdana wî ziyaneke mezin e.
Serxweşî û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û navendên akademî û cemaweriyên Kurdên Kazakistanê û hemû Kurdên welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê rehmetî Nadir Nadirov bi bihuşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
24.08.2021”