Kobanê û xwepêşandanên li Bakur
PKK/HDP bi mebesta bala cîhanê bikşîne ser rewşa Kobanê bangî xelkê kir ku derkevin kolanan xwepêşandanan bikin. Di encam de xelk daketin qada xwepêşandanan û pişgiriya xwe ji bo Kobanê dan nîşandan.
Gelek bajar û bajarokên Kurdistana Bakur xwepêşandan bûn qada xirabkirin û talan kirina cihên bazirganî. Gelek avahî , dikan, cihên hukumî û sivîl hatin şewitandin. Gelek cih hatin talan kirin. Gelek kesan di vê kaosê de jiyana xwe ji dest da.
Li hinek deveran ciwanan bi daliqandina ala Kurdistanê hukumeta Tirk protesto kirin. Herkesekî bi awayek cuda pişgiriya xwe ji bo Kobanê da nîşandan.
Lê mixabin xirabkirin, şewat û kuştinên bûyîn bû rûyê xwepêşandanan. Xwepêşandan ber bi armancek din ve çû.
Gelek hêzên kûr derketin holê û pravakasyonên mezin kirin. Huda-Par bû armanca êrîşan û hinek endamên vê partiyê hatin kuştin. Vê yekê tirsek peyda kir ku cardin di navbera du aliyan de şerek çekdarî derkeve.
Eger cardin av li Bakur şêlo bibe û hêzên tarî bikevin rojeva Kurdan de berpirsê vê ewin ku yên banga van xwepêşandan kirîn.
Berpirsên HDPê piştî xwepêşandana li kesên daketîn kolanan xwedî derneketin. Dan xuyakirin ku xirabkirin, talan û şewitandina cihan ne raste. Heta Demirtaş da xuyakirin ku ew kesên ala Tirkiye anîn xwar û êrîşê heykelê Ataturk kirine, çend serserine ku rûyê xwe girtine. Demirtaş dibêje ev pravakasyon e.
Başe eger ev pravakasyon be berpirsê vê kiye? Başe çewt rast dema mirov helwestekî daynê holê ji bo çi hunê pişta xwe bidin xelkê?
Bûyerên bûyîn zerer da kurdan. Bajarên Kurdistanê bûn qada şer. Kurdan jiyana xwe ji dest da. Cih û malên kurdan hatin şewitandin.
Xwedî lê derketina Kobanê û şerê li dijê DAÎŞê ji bo Kurdan bûye erkek netewî. Pêwîste her aliyek siyasî her hêzêk Kurdistanî bê qeyd û şert pişgiriya Kobanê bike.
Lê bi çi awayî? Ev pirseke.
Dawiyê gelo ev bûyerên dawî li Kurdistana Bakur çêbûyîn çi zerer yan jî çi feyde da doza azadixwaz a Kurdistanê. Bila ev yek bi awayek rastekînî bê nirxandin. Dê hingê rê li şelokirina avê li Bakur bête girtin.
Di vê pêvajoyê de mirov berê hezek girsehî bide armancên çewt, dê ne ji berjewendiyên Kurdan yên netewî be.
12.10.2014
Dara Bilek