Em bi hemû imkanên xwe arikariya Kobanê dikin
PDK û YNK li Silêmaniyê civîyan.
Politburoya PDKê di serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, û politburoya YNKê bi serokatiya Kusret Resul de, li Silêmaniyê civiyan.
Herdu partiyan pêwendiyên navbera xwe de nirxandin û behsa rewşa Iraqê û Kurdistanê kirin.Di dawiya civînê de cigirê serokê PDKê û serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û endamê politburoya YNKê Melle Bextiyar ji bo konferansek çapemeniyê deretin himberê medyayê .
Li ser pirsekî serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di derbarê Kobanê de got: Em wek aliyên siyasî li Kurdistanê, wek hukumeta Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê bi hemû imkanên xwe pişgirî û hevkariyê li Kobanê re dikin. Her tişta ku daxilê imkanê me de bin tê kirin.
Berdewambûna axavtina xwe de serokwezîr got: Em arikariya mirovatî û teqemeniyê ji Kobanê re dikin. Kobanê 200 kilometre ji Kurdistana Başûr dûre ji ber vê jî em nikarin hêzekî pêşmerge rêkin Kobanê. Balefirên Amerîka di havkariya me li Kobanê DAÎşê bombebaran dikin.