Polîtîk

Li Duhokê Barzanî serperiştiya odeya operasyonên Kobanî dike

Li Duhokê ofîseke operasyonên hevbeş ya amerîkayî-kurdî ji bo şopandina rewşa şerî li Kobanî hatiye vekirin û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serperiştiya wê odeya operasyonên hevbeş dike.

Li gor malpera Elerebî Elcedî ku, ji Londonê weşana xwe dike, li bajarê Duhokê odeyeke operasyonên hevbeş ji bo êrîşên balefirên Amerîka û hevpeymanên wê bo ser bingehên DAÎŞ li Kobanî û derdûra wê hatiye pêkanîn û ew odeya operayonên hevbeş rojane zaniyariyan li ser tevgerên DAÎŞ dide balefirên Amerîka û hevpeymanan û ew jî li gor wan zaniyariyên taybet bingeh û çeperên DAÎŞ bombebaran dikin.

Li gor wê çavkaniyê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî dîreket ji Duhokê ji bo şopandina rewşa Kobanî serperiştiya wê odeya operasyonên hevbeş dike.

Weke tê zanîn ev nêzîkî çar heftiyane çekdarên DAÎŞ bajarê Kobanî li rojavayê Kurdistanê dûrpêç kiriye û şer û pevçûn li cade û kolanên bajêr di navera hêzên kurdî û çekdarên DAÎŞ berdeam e.

Back to top button