Nivîsar

Kobanê bû qurbana siyaseta çewt

Piştî azadkirina Kobanê bi arikariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê xelk vegeriya Kobanê û li gundên deverê.Li gelek deverên derdora Kobanê hêzên YPGê û Artêşa Azad pêşve çûn . Girî Spî vegirtin. Dema Girê Spî hatê girtin, rêya navbera herêma Cizîrî û Kobanê vedibe. Yani bi awayek din deriyek din ji bilî sinorê Kurdistana Bakur, li Kobanê vebû.Doh cardin DAÎŞê bi awayak hovana êrîşê Kobanê kir, bi sedan xelkên sivîl hatin kuştin, serê xelkê jê kirin. Bi sedan birîndar bûn. Gelek malbat jin, zarok û mêr bi tevahî hatin îmha kirin.Hinek aliyên ku têne zanîn di cih dê wek teyrê kelaşan hewldan ku siyasetê li ser xwîna xelkê bê xalî û xerez bike. Hevseroka HDPê Figen Yucedag bengi xelkê kir go derkevin Kolana li Bakurê Kurdistanê. Di rastiya xwe de kezeba Figenê wek kêjan kurdekî şewitî. Gelo ew wek kîjan kurde kî bi birîna Kobanê qetliama li kurdên Kobanê hatî kirin dihesê ?Di cih de hat gotin ku erîş ji aliyê Tirkiye ve hatiye kirin. Ne girîng e êrîş ji kûve hatiye kirin. Ya girîng ewe ku ew xelk bihatan parastin. Ma sinorê Kurdistana rojava ne di bin kontrola hêzên YPGê dene?Heri dawî fermandarê YPGê Redur Xelil dibêje. Me Tirkiye tawanbar nekiriye ku çekdarên DAÎŞ ji Tirkye derbas bûne. DAÎŞ ji aliyê Rojava û Başûr ve êrîş kiriye.Bese hêdî xwîna kurdên Kobanê bibe malzemeyê siyasî ji bo çend xwe nenas bikevin parlementoya Tirkiye de.Çend xalên girîng :1. Piştî azadkirina Kobanê ji bo çi YPGê nexwest Pêşmerge bimînin herêmê?2. Ji bo çi heta niha jî YPG rê nade 5 hezar pêşmergeyên li ser PDKS ve derbasî herêmê bibin û mil bidin milê wan û şerê DAÎŞê bikin xaka Kurdistana Rojava biparêzin.3. Ji bo çi hêzên YPG ê li gel grubên Artêşa Azad ji derî herêmên kurdî şer dikin. Parastina xelkê Kurdistanê ji azadkirina herêmên Ereban ne girîngtire?4. Pewendiyên DAÎŞê li gel rejima Esad hene. Herweha pêwendiyên PYDê jî li gel rejimê hene . Ev çewe tê xwendin?Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo parastina xelkê Kobanê di nava hemû hewldana deye. Herkes dizanî ku Amerika li ser israr û daxwaziya serokê Kurdistanê li gel PYDê li Duhokê runişt û arikariya ezmanî ji bo Rajavayê Kurdistanê hate kirin.Barzanî û her kurdek dilsoz ji bo Kobanê digrî û dixwaze kurda biparêze. Lê bi hesabên piçûk yên siyasê PKK rê nade vê yekê.Tenê li malpera lekolin.org binêrin hunê têbigihin ku çewe û çi cureyê dijminatiya Kurdistanê û Barzanî tê kirin.Îro roj ew roje ku kurd destê xwe ji destê dijmin derêxin, hemû nakokiyên rojane yên siyasî bidin aliyekî ji bo parastina xelkê Kurdistanê û her bostek axa Kurdistanê mil bidin milê hev û şer bikin.Îro ew roje ku kurd li ser xetek netewî berjewendiyên Kurdistanî li ser her tiştekî re bigrin û bi yek dengî xebatê bikin.Heta dewletek Kurdîstanî neyê ragihandin kurd dê her di nav lingan re herin. N.Firat/Nûçe analiz

Back to top button