Polîtîk

Destê biyaniya di civîna parlementoyê de hebû

Wehide Yaqo endamê parlementoya Kurdistanê li ser lîsta mesîhi ye. Di derbarê civîna parlementoyê de daxuyaniyek li ser navê mesihiya belav kir û got: Çar partiyan ( YNK, GORAN, Yekgurtû Îslamî û Komeleya Îslamî) xwestin tiştekî xirab li Kurdistanê bikin. Wehide Yaqo ji KDP.info re got: : “Di rûniştina parlamentoyê de em beşdar nebûn, ji ber ku em di wê baweriyê de bûn ku divê sazan li ser pirseke wisa girîng mîna kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê were kirin. Ev helwesta me ye û ti partî û aliyek nikare guvaşê li me bike da ku em helwesta xwe biguherin, lê tişta ku qewimî li dijî sazanê bû, baweriya me pê nedihat lewma em amade nebûn.” Yaqo berdewamiya axavtina xwe de got: “Ew 4 aliyên siyasî çûn parlamento û dixwestin Kurdistanê rastî belayekê bikin. Serokatiya Herêma Kurdistanê ne pirsekî hizbî ye û dibê rêkeftin li ser were kirin û piştre here nava parlamentoyê. Pêwîst e hemû alî bi hevre rûnên û li ser wê pirsê lihev bikin, herwiha ligel PDKê rûnên ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê partî ne.” Endama parlementoya Kurdistanê ya Mesîhî Yaqo dawiya axavtina xwe de dibêje: “ Pêwîst e Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin, ne ji aliyê parlamentoyê, ji ber ku nûnerê her kesî di nava parlamentoyê de tune ye. Mixabin nûnerên çend welatan di civîna parlamentoyê de amade bûn, ew jî diyar dike ku destê biyanî di wê projeyê de hebû, her ji ber wê yekê em neçûn civîna parlamentoyê.”

Back to top button