Polîtîk

DAÎŞ di xwîna ku dirêjê de bifetise

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) di derbarê êrîşa dawî ya DAÎŞê li ser Kobanê daxuyaniyek belav kir. Dasxuyaniya PAK:DAIŞ û Piştgirên Wê Dê Di Xwîna Ku Dirijînin De BifetisinDijminên gelê Kurdistanê careke din DAIŞ ajotin ser gelê me yê Kobanîyê.Îro) çekdarên terorîst ên DAIŞê ji aliyê TirkÎyê ve ketin nav Kobanîyê û êrîşeke hovane lidarxistin.Di encama vê êrîşê de ji gelê me yê Kobanîyê ji dehan zêdetir şehîd û gelek birîndar hene.Piştî ku Grê Spî ji destê DAIŞê hate rizgar kirin û Cizîr û Kobanî gihîştin hevudû, ew dijminên ku li pişta DAIŞê nin, rêya qetlîamên hîn mezintir dixwazin vekin.Hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di zûtirîn demekê de, divê îdareyek hevbeş ya eskerî, aborî û siyasî pêk bînin.Û bi yekgirtineke neteweyî, li himber van êrîşên hovane rawestin.Jibo pûç kirina planên dijminên gelê Kurdistanê , roj roja yekgirtinê ye. Jibo azadî û parastina xaka Kurdistanê, roj roja yekitîya neteweyî ye. Roj roja ku li ser bingehê stratejîyeke Kurdistanî û neteweyî hevdu qebûl kirinê ye; ne roja ku jihevdu perçebûn û xwe li ser hevdu ferz kirinê ye.Bijî têkoşîn û berxwedana gelê me yê Kobanê û hemû Rojavayê Kuristanê.Bijî îdareyeke hevbeş û yekitîya hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê. 25.06.2015Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button