Peyamek ji Serok Barzanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan Terorîstên dirindeyê Da’îş carekî din êrîşa xwe ya dirindane li ser xuşk û birayên me yên li Kobanê destpêkiriye û li encama vê êrîşê da hejmarek ji xelkê Kobanê şehîd û birîndar bûne. Gelek bi tundî vê êrîşa nemirovane şermezar dikîn. Daxwaz ji civaka navdewletî dikim ku çawa berê hevkar û yarmetîderê Kobanê bûne niha jî berdewam bin li yarmetîdana xelkê Kobanê û biparêzin. Daxwaz ji hêzên hevpeymanan dikim li hevkarîkirina xelkê Kurdistanê li şerê dijî terorîstan de berdewam bin û gelê Kurdistanê ji êrîşan biparêzin. Bi pêwîstî dizanim Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêyek ji bo yarmetîdana xuşk û birayên me yên li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê li ber bigre. Silav li ruh û giyanê pakê şehîdên me yên nemir! Serkeftin ji bo Kurdistan û şikest û li navçûn jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê. Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê25.06.2015  

Nerîna min :