Civak
DAÎŞê erîşê Kobanê kir

DAÎŞê li devera Kobanê nêzikî deriyê sinor ê Murşîdpinarê êrîş kir.Di dema êrîşê de teqinek mezin çêbû. Li gora nûçeya ajansa anadoluyê heta niha 8 kesa jiyana xwe ji dest daye û 38 kes jî birîndarin.Tirkiye deriyê sinor vekir gelek birîndar bi ambulansan birin Siruc û nexweşxaneyên nêzikî sinor.Piştî teqînê di nevbera çekdarên DAÎŞ û YPGê de şer derket.