CivakRojev

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev koça dawî kir

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev koça dawî kir.

Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şeddadî ragihand ku Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev îro Yekşemê 8ê Tebaxa 2021ê li Nexeşxaneya Almatayê ya Qazaxistanê ji ber Covid-19ê koça dawî kir.

Kinyazê Îbrahîm 20 roj berê bi coronayê ketibû û li nexweşxaneya bajarê Almata yê Qazaxistanê hatibû dihat demankirin.

Biryar e termê Kinyazê îbrahîm du yan sê rojên din li Almatayê bi axê were spartin.

Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd ê berhemdar herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî ye di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev 1ê Gulana 1947 li Ermenîstanê hate dinyayê, beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşî têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye. Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pertûkên wî bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di warî civakî û perwerdeyê de.

Çend pirtûkên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev  yên girîng:

“Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.

“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.

“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.

“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.

“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.

“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.

“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.

“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.

“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.

“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.

“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.

“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.

“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.

“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî.

Back to top button