CîhanRojev

Tevgera Talîban bajarên stratejik ji destê hukumetê dertêxe

Piştî biryara vekişandina Amerikayê ji Afganistan , di navbera hukumeta Afganistan û tevgera Taliban de hevdîtinên ji bo aşitiyê destpêkirin, lê herdu alî negihatin tu encamekî. Piştî vê Tevgera Talîban êrîşên xwe li himber hêzên hukumetê zêde kirin .

Talabina gelek cihên girîng ji destê hukumetê derxistin, herî dawî li bakurê Afganistanê bajarek stratejîk kirin destê xwe de. Bajarê Kunduzê bi temamî ji destê hukumetê derxistin û çekdarên Taliban ketin bajêr de. Li gora daxûyaniyan ji bilî balefirgeha bajêr deverên din hemû ketine di bin kontrola Talîban de.

Li gelek xalên bajêr agirbêketiye û li nawenda bajêr ala Talîban hatiye bilindkirin.

Ji roja înê heta niha Talîbana 3 bajarên wek paytextê eyaleta wergirtin û Kunduz bajarê herî girîng ê stratejik e.

Back to top button