Civak
Kîlo û nîv yên narkotîkayê li Hewlêrê hatin girtin
Li balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî hesek digel yek kîlo û 500 gram yên madeyên hijber (nakotîka) ji aliyê polsên asayîşa balefirgehê ve hat destgîrkirin.
Ferset Dolemerî rêvebirê nehêlana narkotîkayê di daxuyaniyekê de bo çapemenyê go:
– Ji aliyê polîsê nehêlana narkotîkê ve li balefirgeha hewlêrê ya navdewletî kesek bi yek kîlo û 500 gramên narkotêkayê hat destgêrkirin. Wî kesî ew narkotîka di nav biharat de veşart bûn û dixwast bi rêya balefirgeha Hewlêrê bibe Holendayê.
Dolemaerî di berdewamiya axavtina xwe de got jî ku tenê di meha remezanê de 7 kes bi tawana bazirganîkirin bi madeyên hijber ji aliyê polîsê nehêlana narkotîkayê li herêma Kurdistanê hatîne girtin..