Îro kirin roja Ala Kurdistanê
Kampanya bergirîya Netewî bi belavkirina hezaran alên Kurdistanê bi ser dukandaran û cihên giştî ve roja Ala Kurdistanê hat encam dan.
Di vê derbarê de berpirsiyarek yê vê kampanyayê, Sêrwan Gerdî, ji PNA re ragihand ku;desteya rêvebiriya kampanya me ji çend çelakvan, rewşenbîr, rojnamenivîs û rêxistinên sivîl yên her çar parçeyên kurdistanê pêktê, îro me zêdetirî hezar Alên Kurdistanê bi ser dukandaran, hevwelatîyan û otombîlan belav kir û me îro kir roja ala Kurdistanê.
Gerdî berdewambûna daxuyaniya xwe de got:, Daxwazîya me ji xelkê Kurdistanê bi taybetî xelkê bajarê Hewlerê eve, ku hemû mal û yekên vê komelgehê Ala Kurdistanê bilind bikin, da ku em bi welatên cîran re bêjin em hene û ti carî em bi bombebaranên we narevin.
Ji alîyeka din ve amaje bi vê yekê jî da, ku me bername heye, da ku em biçin Baxdadê, ji bo em bi hersê serokatîyan re kombibin û mijara bombebarankirinê bi ewan re guft û go bikin.