Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu serdana Diyarbekirê kir û dest hinek hevdîtina kir. Kiliçdaroglu li balefirxaneya Diyarbekirê ji aliyê xelkekî ve hate pêşwazîkirin û bi karwanek otomobile kete nava Diyarbekirê.
Li gora bernameya CHPê Kiliçdaroglu li Diyarbekirê, dê civînekî li gel hevalbendên partiya xwe pêkbîne. Kiliçdaroglu serdana malbatên ku li ber avahiya HDPê doza zarokên xwe ji HDPê dikin kir û li gel van malbata hevdîtinek kir.
Serokê CHPê serdan xwe ya Diyarbekirê de kî dibîne ,yan jî çi pêwendiya pêktîne gelekî ne girîng e. Ya girîng ewe ku, gelo Kiliçdaroglu li Diyarbekirê çi peyama dide. Di derbarê pirsgirêka Kurd de li Diyarbekirê çi dibêje.