Kiliçdaroglu: Em ê girtiyên siyasî berdin

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di çerçoveya serdana xwe ya Amerikayê de li gel hinek kesayetan hevdîtina dike. Kiliçdaroglu behsa rojeva Tirkiye dike.

Kiliçdaroglu di bersiva pirsekê de got ku, eger werin ser desthilatdariyê dê girtiyên siyasî berdin.

Kiliçdaroglu, da zanîn ku li Tirkiyeyê êdî dewleteke şefaf nemaye û got, “Divê beriya her tiştî em vê şefafiyê pêk bînin. Em ê di vê mijarê de burokratan tayîn bikin, ew ê hemû rapora zirarê bînin. Piştî wergirtina wê raporê emê rûnin û li gorî wê biryarê bidin. Helbet pêşniyarên me hene. Di aboriyê de pêkhatina me ya civakî, di civakê de alozî, li zanîngehan pirsgirêk. Em ê van hemûyan çareser bikin. Li wir tayînên burokratên payebilind, kesên pispor bênd estnîşankirin. Ger hûn nikaribin mirovên pispor ji kar derxînin, dê pirsgirêk derkeve. Avahiyeke dewletî ya têkçûyî heye, divê hûn wê sazûmana dewletê zû sererast bikin. Dê di demek kin de ev bên kirin, li ser wan xebat tê kirin. Vê yekê piştrast bikin, “

Kiliçdaroglu ji xwendekarekî pirsî, “Gelo hûn ê girtiyên siyasî berdin?” “Helbet ji aliyê siyasî ve girtina siyasetmedarekî, ango girtina kesên xwedî ramanên cuda ne rast e. Mirov dikare cûda bifikire. Kesên ku di warê siyasî de cuda difikirin ne rast e di girtîgehande bin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: