Guçlû:Ji bo çi hevpeyvîna min a li gel Kurdistan TV hate asteng kirin?
Di civîna bîranîna nivîskarê kurd Mehmet Uzun de siyasetmedar û nivîskar Îbrahim Guçlû li gel Kurdistan TV hevpeyvînek çêkir. Di derbarê vê hevpeyvînê de ûherweha çeranûsa vê hevpeyvînê de Guçlû li ser medya civakî daxûyaniyek ragihand.
Ev deqê daxûyaniya Îbrahim Gulû ye:
DI CIVÎNA BÎRANÎNA MEHMED ÛZÛN DE SEYÎDXAN ANTER ÇIMA HEVPEYVÎNA MIN BI KURDISTAN TV-Ê RE ASTENG KIR? LI DIJÎ AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ DERKET?
Duho piştî ku min nivîsand ku “biraziyê Musa Anter Seyîdxan, dema Kurdistan TV xwest ku bi min re di derbarê Mehmed ÛZÛN de hevpeyvîn çê bike, gelek bi awayekî prîmîtîv û bi psîkolojiyeke dijminitî astengî kir.
Piştî min di medyaya civakî de ev mijara nivîsand berpirsa Kurdistan TVê agahdarî da min ku Biraziyê Mûsa Anter Seyîdxan pişt re ji Peyamnêrê Kurdistan TV lêborîn xwestiyê û gotiye “min ji bona we hevpeyvîn asteng nekir.”
Diyar dibe ku Seyîdxan Anter ji bona şaxsiyeta min hevpeyvîn asteng kiriye û komîserî kiriye û li dijî azadiya fikir û xweîfadekirims min derketiye.
Gelo di navbeyna min û Seyîdxan Anter de nekokiya eşîretî tune ye. Eleqeya min wî şexsî tune ye. Dema ez li Swêdê jî bûm, eleqeyeke min û wî tune bû.
Di tevgera Kurd de jî ciyekî wî yê girîng tune bû û bi min re jî xebateke wî tune bû.
Di navbeyma me de pirdgirêkek şexsî jî tune ye û nabe jî. Lewra ew ne mixatabê min e.
Wê demê Pirsa girîng ew e, “gelo çima hevpeyvîna min asteng kir?”
Ew ji bona ku Apocî û hevalbendê PKKê ye. Ez jî li dijî zihniyeta PKKê ya totalîter, faşîst im, ez asteng kirim.
Ez ji bona ku dizanim ku PKKê aparat û projeyeke dewletê ye û ez vê yekê deşîfre dikim Seyîdxan li dijî min e.
Seyîdxan ji bona li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye, ez asteng kirim.
Seyîdxan ji bona ku girêdayî PKKê ye û PKKê li dijî fikrên cûda ye û kesên xwediyê fiktên cûda dikûje, Seyîdxan Anter li dijî fikrên min e û ez asteng kirim.
Seyîdxan di salonê de fikrên min asteng kir. Dema derfeta wî hebe bibe desthilatdar be, ew dikare kesên xwediyê fikrên cûda ji holê rake.